Di çarçoweya serdana xwe ya ji bo Tirkiyeyê duhî berpirsê peyvendiyên derve yên Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK) Hêmin Hewramî serdana Navenda BDPê kir û ji aliyê Hevseroka BDPê Gulten Kişnak ve hate pêşwazîkirin.
Li gorî Kurdistan TV, di hevdîtinê de li ser navê Partiya Demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî bi minasebeta çileya Şehîdên Şernaxê perse û serxweşiyên xwe pêşkêş kir.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de çendîn babetên girêdayî bi doza Kurd a li Tirkiyeyê û amadekariyên konferansa netewî jî hatin nîqaşkirin.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de meseleya agirbesta demdirêj ya ku, ji aliyê PKKê ve jî hatiye diyarkirin hate nirxandin û ev yek weke derfeteke baş bo afrandina derfeta pêşxistina diyalog û xebata di nava parlementoyê de hate wesifkirin.
Her wiha di vê hevdîtina han de kongreya Kurdên Rojawa yên li Derveyê Sûriyeyê ya ku li Hewlêrê hate organîzekirin jî hate giftûgokirin.