Doh li navçeya Elegezê ji ber berfa gelek li ser rêya di navbera gundên Dêrik û Elegezê de di traktorê de 3 kes mabûn, di nav wan de jî jineke 20 salî. Ji ber rêyên girtî bi traktorê xwestine Gyûlnera ducanî bigihînin nexweşxanê, lê çend saetan di nav berfê de mane.
Li gorî agahiyên Nûkurdê, komeke felatkeran diçe hewara wan. Lê erebeya wan jî nagihîje traktorê. Felatker Gyûlnera ducanî bi darbestê 3 km derbas dikin û digihînin erebeya ambulansê.
Li nexweşxana Aparanê tê zanîn ku dema bûyîna zarokê nîne û Gyûlnera dîsa vedigerînin malê.
Nifûsa Elegez, Dêrik û 10 gundên vê navçeyê bi giştî kurd in (kurdên êzîdî). Mehên zivistanê ji ber berfa gelek eleqeya van gundan bi jiyana derve re tê birîn û bûyerên wiha gelek diqewimin.