Li Wanê lêgerîna li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Wanê û avahiya Xizmetê ya Şaredariyê bi dawî bû.
Di serdegirtinê de li odeya Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Wanê de ala tirkan hate daliqandin. Di serdegirtinê de polîsan hemû wêneyên li avahiyê çirandin û avêtin erdê. Parlementerê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur, diyar kir ku serdegirtin bi awayeke korsanî hate kirin.
Li Wanê serê sibê bi biryara 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê leşker û polîsan li dijî avahiya Rêxistina BDP'ê ya Wanê û Şaredariya Wanê operasyon li dar xist. Li her 2 nuqteyan bi demjimêran lêgerîn hate kirin û gelek belge û komputer hatin destserkirin.
Lêgerîn bê agahiyê bidin BDP'ê û Şaredariyê hatin kirin. Di lêgerînan de her 2 avahî bi temamî tevlî hev kirin. Di lêgerîna li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Wanê de wêneyê Endamê Meclîsa Giştî yê BDP'î yê li Çelê hate qetilkirin Yildirim Ayhan jî di nav de hemû wêneyên li avahiyê ji aliyê polîsan ve hatin çirandin û avêtin erdê.
Piştî lêgerînê polîsan bi odeya Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê ve ala tirkan daliqand.