NÛKURD - Zimanzanê Kurd û Serokê Enstîtuya Kurd a Stenbolê Zana Farqînî, bertek nîşanî daxuyaniyê Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç a "Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye" da.
Farqînî, ani ziman ku zimanekî ku bibe zimanê perwerdehiyê an na ne karê siyasetmedaran, karê zimanzanan e.
Wekîlê Serokwezîr Bulent Arinç di bernameya Şîrîn Payzin a bi navê "Çi dibe? ku şeva din di CNN Turkê de hate weşandin, der barê Kurdî de nirxandinê sosret kir. Arinç, wekî zimanzanekî tev geriya û îdîa kir ku Kurdî nabe zimanê perwerdehiyê û şaristaniyê.
Arinç, neheqî li Kurdî kir û got: "Ma kurdî zimanê şaristaniyê ye? Tirkî li gorî Kurdî zimane şaristaniyê ye. Ji ber vê yekê perwerdehî bi bi tirkî tê dayîn. Ger ku Kurdî zimanê perwerdehiyê be em dê mamosteyan li ku bibînin. Min heta niha di TRT 6'ê de mirovên ku nûçeyan bixwînin nedît."
'Ziman ne karê siyasetmedaran e'
Zimanzanê Kurd û Serokê Enstîtuya Kurd a Stenbolê Zana Farqînî ku demek dirêje li ser ziman lêkolînê dike, bertek nîşanî daxuyaniyê Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç da û got: "Ziman bibe zimanê perwerdehiyê an na ne karê siyasetmedaran e. Karê zimanzanan e.
Farqînî, helwesta Arinç rexne kir û wiha got: "Dewlemendiya zimanekî li gorî hêjmara tîpan nayê pîvan. Her zimanek li gorî xwe xwedî taybetiyek e. Gotina Arinç a zimanê Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye gotinek siyasî ye. Karê hikûmetê û siyasetmedaran ne taybetiyên ziman, siyaset e. Ger ku di kêmasiyên Kurdî hebin ew karê zimanzanan e, ne karê siyasetmedaran e."
"TRT 6'ê serî li me nedaye"
Farqînî, bal kişand ser ferhenga kurdî û tirkî û wiha got: "Me li ser ziman ferhenga Kurdî û tirkî amade kir. Tenê di devoka kurmancî de 166 hezar peyv hene. Li gorî lêkolînên din heta 180 hezar peyvên bi Kurdî hene. Farqîni helwesta Arinç a 'Kesên bi Kurdî di TRT 6'ê de nûçeyên Kurdî bixwîne tune' jî rexne kir û got: "Bi salan in em bi Kurdî dersê didin, lê heta niha kesî nehatiye ji bo xwendina nuçeyên TRT 6'ê serî li me nedaye"