Bi minasebeta roja zimanê zikmakî, Federasyona Komeleyên Kurdistanê, Komeleya Nivîskarên Kurd û Kitêbxaneya Kurdî li Swêdê çalakiyeke taybetî dikin.
Li gorî agahiyên Nûkurdê, di vê çalakiyê de, nivîskarên kurd Cegerxwîn, Kerîmî Husamî, Mahmut Baksi û Mehmed Uzun yên ku li Swêdê dijiyan û berhemên xwe bi kurdî afirandine tên bi bîr anîn û spas kirin.
Mamostayê zimanê kurdî Remzî Kerîm behsa perwerdeya bi zimanê kurdî li Swêdê dike.
Her weha, weşanxaneyên kurd berhemên xwe pêşkêş dikin û difiroşin.