Bi rastî ku mirov difikire, ku berêvaran mirov li ber roja bi xumam de serê xwe dixe navbera herdu destên xwe û kûr kûr diponije, rastiya jiyanê ya rastîn bêbextiya dinyaye hê xweştir û zelal radixe ber çavên xwe.
Çima înkar û qirkirin?
Çima ev bela hertim li ser serê kurdan!?
Bersiva hêsan; sûc ê kurdan e. Dibe û rastiya vê zêde ye.
Lê çîroka Meleyê Menşûr tîne bîra min, belkî hûn tev dizanin; diz dikeve mala Mele û qêrîna rebeno ye piştî nimêja sibehê, her tiştên wî çûne.
Gundî tev li dorê kom bûne;
“Mele, te ji pişt de derî baş asê kiribû? Piştek dabû ber? Mifte radabû?”
“Na. Ma ne em tev merivê hev in! Derî asêkirin ji bonî çi!”
“Te paceyên xwe girtibûn?”
“Na.”
“Te kuleka xwe girtibû?”
“Na.”
“Mal ava. Sûc ê te ye, te qet tevdîr negirtiye!”
“Malxerabno! Ma qet sûcê diz jî tineye…”
Ê me jî wisa!
Welatê me dagirbûye. Ji bonî qirkirina me her zagon hene û dinyaya qaşo demokrat û mirovhez(!) vêna li cî dibîne. Qirkirin li ser qirkirinê; çi fîzikî, ça çandî, çi siyasî… Tenê di sedesalekê de 29 caran qirkirin û raperîn. Ka wijdan, ka însaf!!??
Em çi ne,
Asî, Şakî, Eşqiya, Terorîst…
Çanda me,
Qedexe…
Civata me,
Qedexe…
Rexistinbûna me,
Qedexe…
Lixwexwedîbûna me,
Qedexe…
Jiyana me,
Qedexe…
Hebûna me,
Qedexe…
Zimanê me,
Qedexe…
Êêe…
Malwêrano!
Ma qet sûcê rikberê me, yê neyarên me tuneye..!
Ji ber vê; gotina kurt û Kurmancî;
Ji “rîcirdo”yên zikgenî re,
Ji kurmdarên hemdemî re,
Ji esilînkarên heramzade re,
Ji jiyana serdest û biyanî re,
Ji çanda serdest û kedxwarî re,
Ji zimanê zordar û kedheram re,
Ji qirkirinên fîzikî, çandî û siyasî re,
Ji qetlîamên dijmirovin re,
Ji heyata xulamtî re,
Ji devnermik û devşorbeyan (ku koçberên Arincê ya Bişêriyê ne) re,
Ji faşîzma kesk û her cure faşîzm û mijokdarî re,
Ji nesihet û rêşanîdanên qijakîn re;
“Ew qijakên ku bi gur re dikujin, bi keftar (bi qijakê) re dixwin û bi xwedî re şînê digirin!”
NA, NA, NA…
Na, êdî dem dema KURDÎ ye..!
Dem, dema Kurdî ye..!
Dema Kurdî û Kurdewarî..!
Azadî, Azadî û Berxwedan...
Ligel her êş û azaran;