Piştî Prof. Buşra Ersanli, Ayşe Berktay, Denîz Zarakolû û Ragip Zarakolû jî di navde gelek kes di bin navê doza KCK'ê de hatin girtin, ji bo li Akademiyên Siyasetê ya BDP'ê kampanya hate destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de her hefteyê hin akademîsyen, nivîskar û şaîr li Akademiyên siyasetê yen BDP'e dersê didin.
Vê hefteyê jî helbestvan û nivîskar Mûrathan Mûngan, li Akademiya Siyasetê ya Navenda Giştî ya BDP'ê dersa ‘Rêbazên Şophiştina di Dîrokê de’ da.
Li gorî ANFê, di dersê de Cîgirê Koma BDP'yê Hasip Kaplan, Endamê Desteya Rêveber a BDP'ê Yuksel Mutlu û gelek kesên din amade bûn. Di vekirina dersê de Endamê Dersteya Rêveber a BDP'ê Yuksel Mutlu, diyar kir ku demek nêzîk li dijî akademiyên siyasetê yên BDP'ê operasyon hatin lidarxistin û di çarçoveya van operasyonan de bi sedan mirov hatin binçavkirin.
Yuksel, bilêv kir ku piştî van operasyonên li dijî siyasetmedaran 700 rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskar beşdarî kampanyayê bûn û operasyon şermezar kirin. Vê hefteyê jî Nivîskar û Şaîr Murathan Mûngan tev li vê kampanyayê dibe.
'GER HÛN SÎNEMA Û HUNERA XWE NENIVÎSINN DÊ HINEKÊN DIN LI GOR XWE BINIVÎSIN'
Mûngan jî piştre axivî û anî ziman ku her kes fikra wî ya siyasî dizane û wiha got: "Di demê dawî de zextên li ser BDP'yê û akademiyen BDP'yê zêde bûne. Piştî tundiyên li ser Kurdan zêde bûn divê hin kes li hin cihan cih bigirin. Ji ber vê yekê jî ez niha li vir im. Nêrîna min a siyasî diyar e. Di salên 90'an de min di rojnameyên Ozgur Gundem, Ozgur Politika û Ozgur Yaşamê de nivîs nivîsandin. Di her tevgêrên azadiyê de pêdivî bi zanyar û siyasetmedarên têr û tijî heye. Divê li nasnameyê xwedî bê derketin. Ger ku hûn huner û sînemaya xwe nenivîsin dê hinekên din li gor xwe binivîsin."