Komîsyona Çand û Ziman a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bertek nîşanê gotinên Cigirê Serokwezîr Bulent Arinç ên têkildarî kurdî de dan û wiha got: "Em vê helwesta ku zimanê kurdî derveyî zimanê neteweyî dibîne şermerzar dikin. Em li bendê ne ku hûn ji gelê kurd lêborînê bixwazin."
Komîsyona Çand û Ziman a KCD'ê têkildarî daxuyaniyên Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç ên der heqê kurdî da daxuyaniyek nivîskî da û bertek nîşanî Arinç da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev gotin tenê yên Arinç nîn in polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî kurdî ne û bi vê daxuyaniyê ev yek îtîraf kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Tu mafê Arinç tuneye ku der barê kurdî de wiha biaxive. Tu eleqeya wî bi kurdî tuneye. Tiştekî nizane. Mafê wî tuneye. Her wiha ew ne karê wî ye ku der barê zimanê gelekî de biaxive. Wekî siyasetmedarekî tu mafê wî tuneye ku şîroveyek wisa bike. Ev ziman ku ji sedsala 11'emîn de ku dimanekî wêjeyî ye. Zimanê Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrê û Ehmedê Xanê ye. Ev zimanekî wisaye ku bi wejeya ronakbirî ya Ewropayê rehatiye cem hev. Bi hezaran berhemên vî zimanî heye. Ev yek ji aliyê dîroknas û rewşenbîran ve jî hatiye tespîtkirin. Kurd bi salanin li hemberî zextên lis er wêjeya kurdê têkoşiyaye û zimanê xwe parastiye. Em vê helwesta Arinç şermezar dikin û em dibÊjin ku bila Arinç ji gelê kurd lêborînê bixwaze."