Alîkarê Serokwezîrê Tirk û Wezîrê Dewletê Bulent Arinç tevlî programek ya CNN Turk’ê ku Şirîn Payzinê bi rêve dibir bû û bilêv kir ku, zimanê kurdî nabe zimanê perwerdê. Her wiha di derbarê KCK’ê de de jî axaftin kirin û sînyalên berdewamkirina operasyonên di bin navê KCK’ê de da.
ZIMANÊ KURDÎ NABE ZIMANÊ PERWERDÊ
Wezîr Dewletê û Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç tevlî programek ya CNN Turk’ê ku Şirîn Payzinê birêve dibir bû û bersiva pirsên rojnamevan Şirîn Payzin da. Arinç diyarkir ku, ew li dijî perwerdeya zimanê Kurdî ne, ger tiştek were kirin jî wê tenê weke ‘waneya hilbijartinê’ bê diyarkirin. Bi şeklek din nayê pejirandin.
WÊ OPERASYONÊN DI BIN NAVÊ KCK’Ê BERDEWAM BIKIN
Her wiha Arinç li vir sînyala berdewamkirina operasyonên di bin navê KCK’ê de tên kirin da û bersiva pirsên rojnamevan Payzînê da û aşkera kir ku, wê operasyonên li dijî KCK’ê berdewam bikin. Her wiha bilêv kir ku, li dijî dewletê, sîstemek paralelî dewletê tê avakirin, ma emê li hemberî vê bêdeng bimînin, dozger wê bêdeng bi mînin. Ma wê dozger ji wan re bêje, çi guneha we nîne herin li derve bigerin, karê xwe bikin?
EM NE GIRÎN LÊ EM XEMGÎN BÛN!
Wezîr Arinç di derbarê Komkujiya Qilabanê jî axivî û aşkera kir ku, wana rondik ne anîne xwar lê belê pir xemgîn bûne û di derbarê bûyerê de lêpirsîna edlî û îdarî hatiye vekirin. Bi rastî bûyerek pir dil êş bû, hesap bikin, malbat diçe parçeyên zarokên xwe kom dike, li pişta hêstirê dike û tîne gund. Ne ambûlans e û tu rayedarek yê dewletê tuneye, rast e ev kêmasî hatin jiyan kirin lê ev nayê wê wateyê dewlet lê xwedî dernakeve.