|
Kêliya Dawî
Erdogan behsa Îmralî kir
KCK yekem,Erdogan jî duyemîn e!
Êdî 'Birêz-Ocalan'-û-'Gerîla' ne sûc e!
Walîtiya Şirnexê got: "Kurdistan"
Bersivek ji bo "şaristanî"ya Bûlent Arinç
Samî Tan sberbeyan@yahoo.com
Kurdî, Tirkî û şaristanî
Dema ku ez bi nirxandina Bulent Arinç a der barê zimanê Kurdî de hesiyam, gotineke pêşiyan hate bîra min, “Navê min li te, kumê min li serê te”. Îcar Arinç piştî ku pirsa “Kurdî zimanê şaristaniyê ye?” dike, pê de diçe û dibêje, “Tirkî zimanê şaristaniyê ye.” Ev gotin û nirxandin zîhniyeta giregirên AKP’ê nîşan didin. Bi van gotinan jî diyar dibe ku zêde ferq di navbera wan û MHP’ê de nîn e. Van gotinên Arinç gelek tişt anîn bîra min. Bo nimûne gotineke gorbihuşt Mele Evdila Varli (rehma xwedê lê be) hate bîra min. Li gorî gotina seyda Varli, Tirk dema ku xelîfetiyê bi darê zorê ji ereban distînin, ereb xwe nerazî dikin, li hemberî vê yekê nûneran Tirkan hincetekê nîşan didin, ew dibêjin, “Kurd di warê ilm û zanîna olî de pir bi pêş ketine, medreseyên wan ên pir bi nav û deng hene, em û Kurd jî bi hev re dijîn, lewre jî xelîfetî mafê me ye.” Bala xwe bidinê, piraniya alimên bi nav û deng Kurd in, ji Şêx Evdilqadirê Gêlanî bigire, heta Seîdê Kurdî. Ev alimên mezin giş ligel ku bi zimanê erebî û çend zimanên din dizanin, zimanê wan ê bingehîn Kurdî ye û ew bi Kurdî difikirin. Perwerdehiya li medreseyên Kurdî her çiqas pirtûk nivîsandin bi erebî bin jî şîrovekirin û têgihîştin bi Kurdî pêk hatiye. Ev yek li aliyekî desthilatdarên Tirkan heta avabûna Komara Tirkiyeyê dev ji Tirkî berdabû, piştî ku Tirk ji Asyaya Navîn derketine, wan wekî zimanê desthilatiyê farisî bi kar aniye. Heta Selçûkiyan jî zimanê dewletê farisî ye. Bi tenê hoz û eşîrên Tirkmenan zimanê Tirkî bi kar aniye. Heçî Osmanî ne, wan jî zimanekî pir-reh, tevlihev bi kar aniye. Lê piştî desthilatiya conTirkan ligel doza Tirkperestiyê ya ku bi handana Almanyayê bi pêş ketiye, zimanê Tirkî jî derketiye pêş. Piştî vê yekê êdî zimanên din hatine qedexekirin. Seîdê Kurdî ji ber ku ji Evdilhemîd doza vekirina zanîngeheke kiriye ku tu tê de Kurdî jî heye, ew bi dînîtiyê hatiye îthamkirin, ji ber vê yekê rayedaran berê wî dayetimarxaneyê. Giregirên AKP’ê û hevalbendên wan jî neviyên van kesan in. Dema ku mirov bi endamên AKP’ê re bipeyive, mirov piştî çend gotinan tê digihêje ku ew jî neviyên Enver Paşa ne. Ji ber ku piştî çend gotinên xweşik ên der barê demokrasiyê de dema ku di mijarekê de tengav bûn rûpoşa xwe ya “muhazakar-demokrat”iyê datînin aliyekî ya dilê xwe dibêjin. Berî du salan di çarçoveya projeyekê de Weqfa Dîrokê ya ku li navenda wê li Stenbolê ye, bi sernavê “Li welatên ku lê şer û lêkdan heye, wekî navgîneke lihevkirinê perwerdehî” hinek civînên diyalogê li dar xistin, em jî beşdarî wan civînan bûn. Di wan civînan de nûnerên Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê jî hebûn, hê di civîna yekemîn de nûnerê Desteya Talim û Terbiyeyê, mafê axaftinê girt û wiha got: “Ez bi xwe jî Kurd im, bi Kurdî jî dizanim, zimanê Kurdî wekî zimanê wêjeyê zimanekî xweş e, lê bi wî zimanî perwerdehî nabe, lewre ew ne zimanê ilm û zanistê ye.” Piştî vê gotinê, piraniya beşdarên ji derdorên cur bi cur bi ser wî de çûn, ew jî wekî Bulent Arinç rezîl û riswa bû. Lê ev kes çendî rezîl û riswa bibin jî perwerdehiya ku wan girtiye, destûrê nade ku ew werin ser riya aştî û demokrasiyê. Dema ku li hemberî wan helwesteke xurt hebe, bi tenê dengê xwe dibirin û li benda keysa xwe dimînin. Niha li hemberî xwe kesî nabînin, lewre jî bê pirs û paxav dipeyivin û tevdigerin.Lewre jî divê kesên azadîxwaz her tim dengê xwe berz û bilind bikin, yekgirtina xwe xurt bikin. Nemaze jî em Kurd divê bi kar û barên xwe, bi xebat û têkoşîna xwe, bi berhem û projeyên xwe nîşan her kesî bidin ku bi Kurdî perwerdehî tê kirin û va ye tê kirin jî. Bi vê hêvî û daxwazê ez Roja Zimanê Dayikê li hemû mirovên ku hez ji zimanê dayika xwe dikin pîroz û bimbarek dikim. (Yenî Ozgur Polîtîka) Yükleniyor...
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|