Bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî Komîsyona Ziman û Çandê ya KCD'ê, KURDÎ-DER, Komeleyea Nivîskarên Kurd, Enstîtuya Kurdî u Komeleya Çand û Hunerê ya Dicle Firatê, li avahiya KCD'ê civina çapemeniyê pêk anî.
Di civînê de Endamê Meclisê KCD'ê Osman Ozçelik, Serokê Navenda Geştî yê KURDÎ DER'ê Burhan Zoroglu, Nûnerê TZPKurdî Mehmet Şahîn, Sazûmankarê Ziman ê Ehmedî Xanî Hayrettin Altun û endamê meclîsa KCD'ê Îrfan Babaoglu amade bûn.
Endamê Meclisê KCD'ê Osman Ozçelik, anî ziman ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser kurdî didomin û gelek neteweyên li Tirkiyeyê nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Ozçelîk, anî ziman ku feraseta salên 1920 û 1930'î yên faşîst û nijadperest serdest e û ji ber vê ferasetê tenê tirkî wekî zimanê fermî tê qebûl kirin. Ozçelîk, bal kişand ser astengiyên li ser ziman û wiha got: "Kelepçe li ziman hatiye xistin. Gelê ku israr dike bi vî zimanî biaxive hatine kelepçekirin. Nivîsar, siyasetmedarên ku vî zimanî diparêzin rastî komkujiyê tên û tên girtin. Zaravaye Kirmanckî ji aliyê UNESCO ve wekî zaravayê di talûkeyê de hatiye qebûl kirin û tê xwestin ku bê parastin.
AKADEMIYA ZIMÊN VEDIBE
Ozçelîk, ferasata Serokwezîr Erdogan a li diijî zimanê zikmakî jî rexne kir û wiha got: "Serokwezîr li dijî polîtîkayên Bulgarîstan û Almanya yen li dijî tirkî derdikeve, lê kurdî qedexe dikin. Li dijî zimanê kurdî polîtîkayên asimilasyonê pêş dixin. Di bişaftina kurdî de israr dikin. AKP dibêje pirsgirêka kurd pirsgirêka min e. Kurdî serbest e, lê polîtîkayên bişaftina li ser kurdî didome. Em polîtîkayên bişaftinê yên li ser zimanê zikmakî şermezar dikin."
Ozçelîk, da zanîn ku dê sibê di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî de li Deriyê Çiyê yê Amedê Akademiya Ziman a Ehmedê Xanî vekin.