Akademiya ku ligel Mizgefta Mezin a navçeya Sûrê ya Amedê ye bi merasîmekê hate vekirin. Endamê Komîteya ziman a KCD'ê Osman Ozçelîk, Hevseroka Amedê ya BDP'ê Zubeyde Zumrut, nivîskar Zana Farqînî, Şaredarê Amedê Osman Baydemîr, serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, Xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat û Kurdî-Der tevli vekirinê bûn.
Her wiha gelek welatî jî tevli merasîmê bûn. Serokê Akademiya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Ehmedê Xanî Hayrettîn Altun axivî û ji bo malavahiya kesên beşdarî merasimê bûne kir. Altun diyar kir ku wan bi taybetî vekirina akademiyê kirine roja ziman û wiha got: "Zextên li ser zimanê kurdî didomin. Hê jî stranên kurdî qedexene. Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Divê ev daxwaza gelê kurd bê cih." Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî axivî û diyar kir ku têkoşîna ku tê dayîn dê teqez rojekê bi ser bikeve û got ku divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.
Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî da zanîn ku ji bo parastina ziman rola dayikan gelek girînge. Zana Farqînî jî bi lêv kir ku ev akademiya ku hatiye vekirin ji bo gelê kurd gelek watedar e. Endamê Komîsyona Ziman a KCD'ê Osman Ozçelîk jî da zanîn ku gelê kurdî bi têkoşîna xwe mafên xwe bidestxistine û wiha got: "Bulent Arinç îdia dike ku zimanê kurdî ne zimanê şaristniyê ye. Ev encama zihniyeta dagirker e. Bila Ariç ji Fetullah Gulen bipirse û hîn bibe ku zimanê kurdî zimanê şaristaniyê ye an na.
Piştî vekirinê serokê KURDÎ-DER'ê Burhan Zorooglu jî got ku ev rojê dîrokî di encama têkoşîna mezin de hatine dayîn. Zorooglu di berdewamiya axaftina xwe de metneke ku ji aliyê
KCD,
BDP,
Enstîtuya KurdÎ ya Amedê,
Enstituya Kurdi ya Stembolê,
KURDÎ-DER,
Navenda Çanda Cegerxwîn,
Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle,
KADEP,
HAK-PAR û
DÎSA'yê hatibû amadekirin xwendin.
Zorooglu diyar kir ku AKP'ê heta niha polîtîkayên înkar û îmhayê meşandiye û got ku gotinên Arinç jî vê yekê piştrast dike."
anf - NÛKURD
Em jî weke NÛKURDê vê roja zimanê zikmakî ya gelê xwe û ya hemû neteweyan pîroz dikin.
Roja zimanê zikmakî ya navneteweyî pîroz be.
Bijî berxwedana ziman û kesatiya bi KURDÎ. Gotineke Nûreddîn Zaza ji bo girîngiya zimanê kurdî ;