|
Kêliya Dawî
Erdogan behsa Îmralî kir
KCK yekem,Erdogan jî duyemîn e!
Êdî 'Birêz-Ocalan'-û-'Gerîla' ne sûc e!
Walîtiya Şirnexê got: "Kurdistan"
Tiştên min nekarî di jiyana xwe de bikim, di çêkirina fîlman de dijîm
Ciwan Tengezar ciwantengezar@yahoo.de
Hevpeyvîn bi derhênera kurd Soleen Yusef re/ciwan tengezar
Derhênara ciwan ya kurd Soleen Yusef derbarê hewldanên xwe yên sînemayê, perwerda xwe û bi taybetî jî derbarê fîlmê xwe yê dawî ku wê van rojan tevlî 62. Festîvala Fîlmên Berlînê - Berlinale dibe, agahî dane Rûdawê. Fîlmê trajîkomîk yê bi navê Trattoria bi almanî ye. Lea ya 19 salî dixwaze bavê xwe nas bike. Lê hin problemên bavê wê hene. Ew li restoranekê, li xwaringeha Trattoria kar dike. Lê di destpêkê de haya wê ji cîhana pîzza, meya sor, û karên tarî tune ye. Ji evînê derketiye û bûye fîlmê mafyayê; çîroka keç û bavekî di rewşeke wisa de tê vegotin. Pêşxebat, naverok û hwd. te ev kengê kişand? Soleen Yusef: Hizra kişandina film di dawiya 2010ê de hat sêre min. Pişt re me li ser çîrokê kar kir, gellek wext pê re çû. Dema dramaturjiya çîrokê xilas bû me senaryo nivîsand û ligel çend televîzyonên almanî û berhemhênan re axivî, da ku alîkariya darayî bikin. Sê televîzyonên almanî; SWR, Arte û BR bûn co-produsêrên fîlm. Em bi vê çendê pişt rast bûn ku projeya me wê biserkeve. Me pişt re ligel hindek lîstikvanan casting kir û tîma xwe kom kir û di Hezîrana sala 2011ê de me dest bi kişandina film kir. Di Tîrmeha borî de, me bi dest bi post-production kir, yanî montaja film, muzîk, deng hwd.û sersala îsal fîlm xilas bû. Te bawer dikir ku fîlmê te jî tevlî festîvalê bibe, hêviya te ji festîvalê çi ye? Soleen Yusef: Ez pir kêfxweş im ku di festîvala îsal de em bi fîlmê xwe TRATTORIA beşdar bibin. Sala çû fîlmê me NOŞ hat red kirin. Bi rastî min bawer nedikir ku TRATTORIA îsal tevlî festîvalê bibe, ji ber ku filmeke taybet e û mijar mafya ye. Tîma me jî pir ciwan e, pirraniya fîlmçêkerên di programa Perspektive Deutsches Kino da beşdar dibin filmeke dirêj çêkirine, yanî kêm filmên kurt (40-60 deq.) li programê cih digrin, lewma em pir serbilind in ku me ev pêngava mezin avêtiye. Hêviya min ew e ku gellek temaşevan di festîvalê da hebin û gellek sînemevanan binasîn û bi rêya festîvalê projeyên xwe yên paşerojê nezîkî çend berhemhênêra bikin, yan jî hevkariyek digel hinek televîzyonên almanî çêbibe. Festîval bo hindê baş e ku mirov bi ser keve û navê mirov biçe sêre sînemaçêkerên alman û derveyî Almanya ku di paşerojê da piştgiriya te û projeyên te bikin. Haya te ji fîlm û derhênerên din jî heye. Gelo ji bilî te fîlmên derhênerên kurd jî di festîvalê de hene? Soleen Yusef: Çavên min herdem bo sînemaya cîhanê vekirîne, ji ber ku ez fîlman pir hez dikim. Ez pir kêfxweş im ku filmeke din yê derhênerê kurd Umut Dag (Kuma-Hewî) di festîvala îsal da bê nîşandin. Filmê Umut berî festîvala Berlinale xelata herî girîng ya First Steps Award bi dest xist. Ji bo te sînema çi ye? Soleen Yusef: Çi tiştên min nekarî di jiyana xwe da bikim, ez di çêkirina fîlman da dijîm. Ez çi dixwazim bikim, dikim. Huner bê sînor e. Dema ez zarok bûm, min gelek hez neqişandinê dikir. Her roj min gelek wêne çêdikirin. Min dixwast ez bibim artîst, hunermend û şêwekar. Ez ciwan bûm û neqişandin têra min nekir, loma min dest bi muzîk û aktêriyê kir. Min du salan li ser kilam gotinê xwend û li şanoyê kar kir. Pişt re min 3 salan li ser Mode Dîzayn xwend. Lê ez bi wê xwendinê jî têr nebûm, yan jî razî nebûm. Bîr û bala min li ser gellek mijaran hebû. Min ne dixwest dest ji hemû hêzên xwe berdim, vêca min dest bi karê film kir û heta niha ez wî karî bi rih û can dikim. Sînema min şa dike; sînema azadî ye. Min cihê xwe di wî karî de dît. Ez pir hez dikim bi rêya filmçêkirinê li dinyayê bigerim, pir xelk û cîhanê bibînim. Sînema gerdunî ye, hunereke pirr mezin e û bê sînor e, mirov dikare heta hetayê tê de kar bike, heta bigihîje îrfanekê. Sala bê fîlmekî dirêj li Kurdistanê dikşînî? Soleen Yusef: Trattoria tecrubêyeke baş bû û em ê di sala 2013ê de fîlmeke dirêj li Başûrê Kurdistanê bikşînin. Kî ye Soleen Yusef? Soleen Yusef: Sala 1987ê li Duhokê hatiye dinê. Di 9 saliya xwe de jiber sedemên siyasî tevî malbata xwe hatiye Almanyayê. Sala 2005ê de abitûra xwe dike û pişt re li Akademiya Hunera Sahneyê perwerda deng û lîstikvaniyê dike. Di ber re li Mîtosfîlmê wek produksiyon-derhêner kar dike. Ji sala 2008ê ve li Akademiya Sînemayê ya Baden Wurttembergê dixwîne. Fîlmê wê Noş li festîvalên netewî û navnetewî hat nîşanadan. Piştî Trattoria, ew niha ji bo dîplomaya xwe li akademiyê li ser fîlmê xwe ya dirêj kar dike. cavkanî: Rûdaw Yükleniyor...
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|
|