Di anketa bi navê Dara Xweziyan (Dîlek Agaci) ya ji aliyê şîrketa Pentî ve li hemû bajarên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê hate amadekirin de, 90.000 metre qûrdele hate bikaranîn û li gelemperiya bajaran 512.000 xwezî hatin xwestin. Qûrdeleye şîn ji bo “tenduristî”, sor “evîn”, gewr “aşitî”, kesk “pere”, narincî “kar” û rengê mor jî ji bo “perwerde hate bikaranîn.
Li gelemperiya Tirkiyeyê, rêjeya herî zêde ya ji sedî 29 daxwaza “evînê” kir, piştî wê bi rêjeya ji sedî 27 “pere”, ji sedî 21 “tenduristî”, ji sedî 9,5 “perwerde”, ji sedî 8,5 “kar” û ji sedî 5 jî daxwaza “aşitiyê” kirin.
Qelebalixtirîn bajarê Tirkiyeyê Stenbol got “evîn”. Enqere, Bûrsa, Eskîşehîr, Edene û Antalya jî gotin “evîn”, Îzmîrê jî got “pere”.
Bajarên Kurdan jî weke Wan, Colemêrg, Şirnex, Bedlîs, Batman, Amed, Xarpêt û bajarê Manîsa yê Tirkiyeyê jî daxwaza “aşitiyê” kirin.