NÛKURD - Stranbêj Brader li ser nûçeya Nûkurdê ya "Midûrê TRT6'ê Roj TV'yê wekî "Kanala Rêxistina Terorê" bi nav kir." da zanîn ku her ku dem derbas dibe, Xwedê ji wan raziyên xebatkar û sermiyanên TRT-6ê bîr boçûnên wî yên di derbarê TRT-6ê rast derdixin.
Brader wiha berdewam kir, "Êdî hewceyî gotinê û şîroveyan tune ye. Ew bi xwe car caran bi daxwuyaniyên weke ku di Nûkurdê de jî hatiye destnişankirin, rengê xwe û armancên xwe ku ji aliye herkesî ve nayê xuyakirin, eşkere dikin...."
Stranbêj Brader dide zanîn ku ewî hêj di dema ku TRT-6 nû vebû de di Roj TV de gotibû ku TRT 6 ji wî re weke qerekoleke dewletê ye, "Beriya çendekî di hevpeyvînek li gel rojnameya Rudawê jî min dubare kiribû ku TRT-6 hê jî weke qereqolekê ango dezgeheke dewletê kar dike. Helbet mebesta min ku ew der qereqole ne ciyê lêdan u êşkencê ye. Lê enî û bereeke çand û ragihandinê ye û bi erkên ku dewletê biparêze û bi zimanê kurdî û çanda kurdî li hember doza kurdî xebatê dike..."
Brader balê dikişîne ser vê yekê, "Mixabin hinek hunermend û rewşenbîrên me, dema ku diçin TRT-6ê çavekî xwe digirin û tenê bi çavekî lê dinêrin û bi gotina şeş xwe dixapînin û vê dezgeha dewletê wekî televîzyonek kurdî dibînin. Ji wan we ye ku di xizmeta kurd û Kurdistanê de ye. Lê her diçe dem û çax wan kesan şaş derdixe. Hêvîdar im ku hay ji xwe hebin û vê lîstika dewletê pûç bikin..."
Hunermendê navdar Brader ji Nûkurdê re wiha aciziya xwe der kir, "Heger televîzyonek bêje ez xizmetê ji kurdan re dikim, çawa dikare ji televîzyonek din ya kurdî re bêje ku ew televîzyon ya terorîstan e. Ev gotin bi serê xwe her tiştî eşkere dike..."