|
Kêliya Dawî
KCK yekem,Erdogan jî duyemîn e!
Êdî 'Birêz-Ocalan'-û-'Gerîla' ne sûc e!
Walîtiya Şirnexê got: "Kurdistan"
Barzanî:Hikûmet amade ye hesab bide!
Serokê Yekîtiya Kulubên Mezopotamyayê Huseyîn Kaya diaxiveNÛKURD - Serokê Yekitiya Kulubên Mezopotamyayê Huseyîn Kaya bersiv dan îdîayên çapemeniya Tirk...
Serokê Yekitiya Kulubên Mezopotamyayê Huseyîn Kaya bersiv dan îdîayên çapemeniya Tirk ên der barê yekitiya wan de û got; “Ger çapemenî ne azad be; li gorî dilê patronên xwe yên li Stenbol û Enqereyê nûçeyan çêbikin, dê rewşa me ev be.” Kaya bal kişand ser arnamc û felsefeya sporê jî got; “Yekitiya Klûbên Mezopotamyayê hema ji ber xwe ve negotin werin bila yekitiyek a me jî hebe. Felsefeya me bi temamî felsefeya sporê ye.”
Serokê Yekitiya Kûlûbên Mezmopotamyayê ya ku l Amedê hate damezrandin û di demek kin de li Bakûrê Kurdistanê dest bi lîgan kir, Huseyîn Kaya der barê xebatên yekitiya xwe de ji ANF’ê re axivî û got; “Dixwazin operasyonên KCK’ê rewa nîşan bidin. Dibêjin, ha ji we re binêrin, dixwazin federasyoneke cûda ava bikin. Dibêjin lîgeke cûda li dar dixin. Bi vî awayî vê yekê bi operasyonên KCK’ê re girêbidin û wan operasyonan rewa nîşan bidin.” *Di van rojên dawiyê de, di çapemeniyê de li hemberî we hin gotûbêj hene. Hûn vê yekê çawa dinirxînin? Belê, hin gotûbêjên bê me yên der barê me de di van rojên dawiyê de hene, em bi xemgînî dişopînin. Kesê ji me nepirsî. Ne got hûn kî ne, çi ne armanca we çi ye? Lê ev gotûbêj jî ne pir masûm in. Li vir, dixwazin bikin amûra siyasetê. Dixwazin me bikişînin nava van lîstokan. Ger em li vê yekê binêrin, li aliyekê dixwazin yekitiya me pûç bikin, dîsa germ li demê wê jî binêrin ; Di demek ku biryara dadgeha Hrant Dînk hate dayîn de, ev yek xistin rojevê. Bi vê yekê dixwazin rojevê belav bikin. *Bi taybet xwestine Yekitiya Klûbên Mezopotamyayê bi aliyeke siyasetê ve girêbide. Gelo ji bilî aliyê sporê tu têkiliya we bi aliyeke siyasetê re heye ? Gelek armancên ku kesên ku dixwazin Yekitiya Klûbên Mezopotamyayê ber bi aliyeke siyasî ve bibin heye. Yek ji vana, hewldanên bêhûde yên ku dixwazin operasyonên KCK’ê rewa nîşan bidin. Dibêjin, ha ji we re binêrin, dixwazin federasyoneke cûda ava bikin. Dibêjin lîgeke cûda li dar dixin. Bi vî awayî vê yekê bi operasyonên KCK’ê re girêbidin û wan operasyonan rewa nîşan bidin. Aliyeke din jî, her çendî yekitiya me nû hate sazkirin, lê bi kiryarên xwe wana xist nava zoriyan û li rastî eleqeyeke baş hatin. Dibe ji ber vê yeke be jî. Ji ber ku li hemberî xwe saziyeke sivîl a spore dîtin. Dîtin ku em kêmasiyên wan dbiînin û em ê rastiyan bixin meriyetê. *Felsefeya we ya derketinê weke Yekitiya Klûbên Mezopotamyayê çi ye? Yekitiya Klûbên Mezopotamyayê hema ji ber xwe ve negotin werin bila yekitiyek a me jî hebe. Felsefeya me bi temamî felsefeya sporê ye. Armanca me ew e ku em spora ku ji felsefeyê zêdetir ji cewhera xwe, ji giyanê xwe û makezagonê dûr ketiye, vegerîne cewheryê wê ya esasî. Armanca me ew e ku em sporê ji rantê rizgar bikin û bixin di bin xizmeta gel de. Her wiha divê were nîşandan ku spor ne tenê fûtbol e. DIvê em sporê careke din bikin amûra aşitî, biratî, dostanî, yekitî, bihevrebûnê, tenduristiya civakî û kesî. Herî dawî, em dikarin vê yekê bibêjin. Ji ber ku me dît ku êdî Enqere nikare weke navendeke brokratîk, weke warên din ên jiyanê, di warê sporê de bi rê ve bibe, ji ber wê jî me yekitiyeke wiha ava kir. *We li gorî daxwaza endamên yekitiyê heta niha çend tişt kir, ev tiştên ku hûn dikin çi dikin hedef ji xwe re? Bi rastî, em nikarin niha bibêjin ku me gelek tişt kiriye. Em hîna li destpêka rêya xwe ne. Me pêşekî zêdetir daye ser rêxistinbûn. Em bingeha yekitiya xwe xurt dikin, me hewl da ku em damezranî bikin. Em bajara bi bajar, herêm bi herêm geriyan û me armanca xwe ji wana re vegot. Me hewl da ku em li herêma xwe pirsgirêkên spor û hevpişkên sporê bibînin. TFF, îsal li herêma me lîga Super Gençlik li dar nexistin, me nerazîbûn nîşanî vê yekê da û me jî Lîga Ciwanên Mezopotamyayê da destpêkirin. *Ev yekitiya we weke alternatîfa Federasyona Fotbolê ya Tirkiyeyê (TFF) tê binavkirin, hûn vê yekê çawa dinirxînin? Ez beriya her tiştê bibêjim, em li hemberî TFF’yê ne alterantîf in. Ji xwe ne gengaz e ku em bibin alternatîfa vê pêkhateyê jî. Navê TFF’ê li ser e Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê. Tenê bi sporê re eleqeder dibe. Jixwe ger em tenê bibêjin fûtbol, ev yek ne li gorî pîvanên yekitiya me ye. Gelek endamên yekitiya me yên ku tu têkiliya wan bi fûtbolê re tune ne, hene. Gava mirov li Tirkiyeyê dibêje spor, an jî kûlûb yekser fûtbol tê bîra mirov. Armanca me jî ew e ku em vê ferasetê ji holê rabikin. *Belê, xuya ye ku çapemenî nûçeyên pûç belav dike, dixwazin bi vê yekê agahiyên şaş bidin raya giştî, hûn vê yekê çawa dinirxînin? Ger çapemenî ne azad be; li gorî dilê patronên xwe yên li Stenbol û Enqereyê nûçeyan çêbikin, dê rewşa me ev be. Min berê jî diyar kir, bi vê yekê dixwazin rojevê biguherînin û berê wê bidin aliyeke din. Bo nimûne, çawa ku ev nûçe hatin belavkirin, qeymeqamtiya Qoserê, klûba Kiziltepe Belediyesporê girt. Walîtiya Êlihê, Batman Belediyesporê girt. Em trawmaya vêya psîkolojîk bihizirin. Ev feyde dide kê? Li hemberî vê yekê, bila her rayagiştî biryar bide ka weke Wezîrê me Sûat Kiliç gotî, cûdakarî, dabeşkarî, qewirandin, zêhniyeta kê ye. *Herî dawî, tiştek hûn bixwazin bibêjin heye? Yekitiya me li gorî zagona komeleyê, rêziknameya wê hatiye pesendkirin û di çarçoveya vê zagonê de xebata xwe dimeşîne. Mafên ku di zagonana de hatine dayîn ji bo karanînê ne. Em jî van mafên xwe yên qanûnî bi kar tînin. Tu kesek nikare me li derveyê zagonan binirxîne. Mafê tu kesê tune ye ku me bi siyasetekê ve girê bide. Bila werin, me ji me biprsin. Bila me li hemberî me nekin amûreke siyasetê. Ji bo kesên ku dixwazin me baştir ans bikin, dikarin serdana malpera me ya www.mezopotamyakuluplerbirligi.com bikin û hemû agahiyên der barê me de ji wir werbigirin. Yükleniyor...
NÛÇEYÊN TÊKILDAR
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|
|