Bi peymana di navbera Herêma Kurdistanê û yek ji mezintirîn taximên fûtbolê yên cîhanê Real Madridê de pêk hat de, dê Real Madrîd li Herêma Kurdistanê 4 kûluban vebike.
Wezîrê Çand, Ciwan û Sporê yê Herêma Kurdistanê Kawa Mehmûd, di civîna çapemeniyê ya duh li dar xist de têkildarê mijarê agahî da. Mehmûd destnîşan kir ku dê kûlub li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Kelarê bêne vekirin.
Di civîna çapemeniyê de, li ser navê Kûluba Real Madridê Leyton Orient axivî û diyar kir ku ku li 62 welatên cîhanê ev akademiyên wan hene, 192 welat jî ji bo morkirina peymanê di dorê de ne. Leton destnîşan kir ku ev peyman ji bo Real Madrîd peymaneke bi wate ye û ragihand ku dê dibistan di nava çend rojan de dest bi perwerdehiyê bikin.