Li Bakurê Kurdistanê, tîm û klûbên fûtbolê yên kurdan ên ji aliyê federasyona fûtbolê ve bo lîga sûper nehatine wergirtin, “lîga yekitiya klûbên Mezopotamya” ava kirin.
Li gorî Aknewsê, lîga Mezopotamya ji tîmên şaredariya Sûr, şaredariya Viranşehir, şaredariya Silopî, şaredariya Qoserê, Guroymakspor, şaredariya Batmanê, şaredariya Akdeniz, Melazgirspor, Bûlanikspor û şaredariya Nisêbînê pêk tê.
Yariyên lîga Mezopotamya dê vê hefteyê dest pê bike û bi şêwazê hatin-çûyînê bê lidarxistin.
Serokê yekitiya klûbên Mezopotamya, Huseyin Kaya got, ji bo ciwanên me yên fûtbolvan li vir mexdûr nebin û di warê fûtbolê de pêş bikevin, me lîgek wiha ava kir.
Kaya, diyar kir, li meydanên fûtbolê de rastî nijdaperestiyê tên û ev jî wan dêşîne, lê di klûba wan de, dê biratî, aştî, wekhevî û hevaltî derkeve pêş.
Hemû tîm û klûbên di lîgê de beşdar bûne, ji şaredariyên BDPê pêk tên.