Di gogbaziya ku roja Yekşemê hat lîstin de FC Mezopotamya 90 xulek bi liv û tevger tijî kir û bi piştgiriya alîgirên xwe, bi golên Hakan, Mahîr (penaltî), Mihemed tîma Ergenekon 3-0 têk bir.
Pêşbirka gogbaziyê ya bi alîgiriya 10-15 kesên tîma Ergenekonê û 50 alîgirên Mezopotamyayê dest pê kir, gogbaz ji bo rê li ber egerên pevçûn û rageşiyan venebe, bi hestiyar tevgeriyan. Alîgirên Kurd di hemû pêgehên krîtîk de bi fîtik û çepikan piştgirî dan tîma xwe.
Li hemberî egera dibe ku pêşbirk di nav rageşiyan de bibihure, çavdêrên Federasyona Gogbaziyê ya Swêdê jî pêşbirka navborî temaşe kirin. Piştî kotabûna pêşbirkê, ji ber dijûnan rageşî çêbûn, bi navbênkariya rêveberan hat aştkirin. Di pêşbirkê de alîgirên Kurd hima him ‘Rev û rev 3-0 birev’ halan kirin. (Anf)