Şevê din li Misirê di lîstika fûtbolê ya di navbera Al-Ahli û Al-Masrye pêk hat de pevçûn qewimî. Di lîstika ku Al-Masry 3-1 bi ser ked de pişti pevçûnê di navbera tîman de pevçûn derket.
Hate zanîn ku piştî lîstikê di pevçûnê de herî kêm 79 alîgiran jiyana xwe ji dest dan û zêdetirê 100 kesî birindar bûn.
Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Misirê Hesam Şeyxa der barê bûyerê de ragihand ku vê bûyerê welêt xengîn kiriye û destnîşan kir ku ev mezitirîn karesata fûtbolê ye li welatê wan.
Hemû lîgên fûtbolê yên li gelemperiya welêt hatin betalkirin û tedbîrên xurt ên ewlekariyê li gelemperiya welêt hatin wergirtin. Her wiha, li welêt ji bo 3 rojan şîna neteweyî hate ragihandin.
Mısırda Kanlı Maç - Video İzle