Serokê Yekitiya Kûluban a Mezopotamyayê ku li Amedê hatiye avakirin Huseyîn Kaya bal kişand ku di van demên dawiyê de li hemberî kûlubên sporê yên herêmê hewldanên nijadperestane û şoven zêde bûne û nerazîbûn nîşan da.
Serokê Yekitiyê Huseyîn Kaya di daxuyaniya dayî de bi bîr xist ku di dema maça di navbera Diyarbakir Buyukşehîr Belediyesopr û Yenî Sandikli Belediyesporê de qada fotbolê ya kesk a ku nijadperestiyê qebûl nake, bi hewldanên alîgir û lîstikvanên nijadperest re rû bir û ma.