|
Kêliya Dawî
KCK yekem,Erdogan jî duyemîn e!
Êdî 'Birêz-Ocalan'-û-'Gerîla' ne sûc e!
Walîtiya Şirnexê got: "Kurdistan"
Barzanî:Hikûmet amade ye hesab bide!
Sedemên Hêrsa Kemal Burkay
Abdulkadir Ulumaskan ulumaskan@hotmail.com
Gelo nizanim bibêm birêz an jî na, lêbelê bi rastî di van demên dawî da ez bi xwe di derheqê birêziya wî da di nava fikaran da me û gelekî biguman im. Ji bo vê jî a baştir, ez ne bibêm birêz û ne jî bêrêz. Bawer dikim gotina Kemal Burkay bi tenê wê bes be. Ew Kemal Burkayê dewleta Tirk bi serê wî sond dixwe û bi nermayî û nezaketa wî, wî dipesine, gelo çima bi dengê xwe yê hevrîşimî pesnê dewletê dide, lê li hember kurdên welatparêz evqas pir bihêrs û dijwarî rexne û çêran dike? Êrîşkariya Burkay a li dij kurdan ne nu ye. Ev 30 sal e, wî ji dewletê bêtir hin Kurd û PKKê ji xwe ra kiriyê hedefa êrîşan. Kemal ne tenê êrîşî PKKê dike, wek di biranîne xwe da jî nivîsandiye êrîşî rêhevalên xwe yên herî nêzîk jî dike. Di çanda kurdan da ji kesên mirî û nexweş ra rêzgirtin û xweşbîniyek hebû. Burkay ew jî daye aliyekî; him li hevalên xwe yên mirî neheqiyê dike û him jî bi dijwarî êrîşî kesê nexweş wek birêz Şerafetin Elçi jî dike. Helbet dikarîbû bersîva birêz Elçi bida, lê ne bi wî awayê êrîşkar û bêrêzî. Gava ew bi tawanbarîyên herî giran êrîşan dike û xeberan dide, hin kes jî vê wek azadî û eşkerekirina ramanê dibînin û rexneyên lî wî jî tên kirin navê wan dikin êrîş û tehdît. Dema Xwedênenasekî wek Bulent Arinç neheqîyê li kurdan dike û dibêje: ”Zimanê kurdan ne zimanê medeniyetê ye, tu deng ji Burkay dernayê û nabêje:” Ma lavê ... min, ji kengî û vir de zimanê hovîtiyê bûye zimanê medeniyetê.” Le gava kurdekî welatparêz mîna rêzdar Şerafetin Elçi rexneyekê dike Burkay bi aweyekî derî exlaq dest bi neheqî û xeberan dike. Birêz Elçi tu derew û bêbextî li Burkay nekirî ye. Wek tespît dibêje: “Burkay projeya dewletê ye.” û ev rastiyek pir zelal û eşkere ye. Heta îro vê dewletê bêyî Kemal Burkay ji bona tu kurdî di şevekê de tu kanûnê taybet dernexistiye û kesek ef nekirî ye. Dîsa dewleta tirk tu caran tu siyasetmedarên kurd bi merasim pêşwazî nekirî ye û tu wezîran tu kurd dawet nekirine û li hember çapeminiyê pesnê wan nedane. Cardin dema ku her roj bi sedan siyasetmedarên kurd tên girtin û destê wan tên zincîr kirin, wek Burkay bi xwe dibêje dewletê tu parazvan ji kurdên welatparêz re pêşkêş nekiri ye. Gelo ma ev giş ne projeyê dewletê ne yên kê ne? Dema komîsyona qaşo mafê mirovan Burkay dawetî parlemenê dike li şûna ew komkujiya li ser kurdan bîne ziman, mêriko radibe PKKê tawanbar dike. Helbet ev helwestekê lê helwesta welatparêzî ye. Bêguman Kemal dikare PKKê ji rexne bike, lê cihê rexnekirina PKKê ne ew der e. Berî vê divê kirinê dewletê yên hovana li ser kurdan bîne ziman. Helbet ew bi zaneyî vê dike û dixwaze nanê xwe genimî bike. Bi baweriya min nanê cehînî yê bi rûmet ji nanê AKPê yê genimî pir baştir e. Îcar helbet ev hêrs, kîn û dijminatiya Kemêl li hember PKKê ne bê sebeb e. Wî 30 salî di doza kurdî de tu tiştek biser nexist. Ew sedemên vê jî PKKê dizanê. Ji bona vê ew dijminatiya wî a 30 salê pêşiya emrê wî li hember PKKê ji wir tê. Lê rebeno di dawiya emrê xwe da bi rê û xêra AKP xwest bigihêje miramekê, ew jî nebû û xuya ye wê nebe. Ew sedemê vê jî dîsa PKKê dibîne û loma bi hêrsek mezin êrîş dike. Burkay li telewizyonên tirk kanal bi kanal digere û dibêje: “Tu caran baweriya min bi şidetê nayê û tobe tobe qet tu caran min şerê çekdarî ne parastî ye.” Lê herkes û dewleta tirk jî baş dizane wî çend caran xwestiye şerê çekdarî destpê bike û ceribandi ye. Burkay ji bo xatirê dewleta Tirk bextê xwe xera dike. Di konferansek wî de min bi guhê xwe jî şexsê wî zindî gudarî kirî ye ku gotî ye: “ Me sond nexwariyê em destên xwe nedin çekan.” Lê îro jî bê şerm ji riya xwe a spî jî fedî nakê û radibê van derewana dike. Gela ma qey hewcê û hêja ye ji bona xwe bi dewletê şîrin kirinê ji vî salî û peyvê evqas xwe nizm kirin. Di dawiyêde ez dixwazim bibêjim ku; divê Kemal Burkay baş bizanibe, bi serê min û ê wî ew çiqas xwe şîrin bike bila bike, ew ne ji PKK û Şerafetin Elçi ji tevaya kurdan û ji xwe bi xwe ra jî çiqas xeberên herî giran bide, bila bide, dîsa jî ew ji dewletê tu tiştekî sadir nake û bidest naxe! Yükleniyor...
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|
|