Malpera TRT6'ê ya bi navê "TRTxeber" di nûçeyên xwe de her dem kurdiyeke şaş û xirab bikartîne.
Hinek nivîskarên kurd pesnê TRT6'ê didin, lê qet nafikirin ku ji vê kurdiya TRT6ê re tiştekî bibêjin û sererast bikin.
Malpera TRT6'ê tu dibêjî qey bi vê kurdiya xwe ya "tirkmancî" ve zimanê kurdî, bi zanayî tirkmancîze dike.
Yanî tu caran TRT6 zimanê kurdî ji xwe re nake derd û xemekê ji zimanê kurdî naxwe.
Hema çawa lê hat, wisa dinivîse û dibêje.
Îro jî dîsa nûçeyeke wisa belavkirine ku bi zanahî ji Dihê re gotine "Eruh", ji Sêrtê re gotine "Sîîrt" ji Misircê re gotine "Kurtalan", ji girtîgehê re gotine "heps".
Lê gelo çi rast nivîsandine?
Tenê ev: Girtina şaredarek û çend rêveberên kurd ên BDPyî.
Tu dibêjî qey tenê armanca Malpera TRT6ê ew e ku girtina rêveberên kurd bi kurdî(!) biweşîne, lê mixabin vê kurdiyê jî bi zanayî tirkmancîze dikin.
Gelek caran nayê zanîn ka gelo ev malper bi kurdî an jî bi zimanê tirkî weşanê dike.
Nûkurd li jêrê tevahiya nûçeya TRT6'ê diweşîne.
Wekî her car, helbet şîrove û biryara dawî ya we xwendevanên hêja ye!
------------------- Şaredarê Navçeya Eruh a Sîîrtê hat Girtin
Şaredarê Navçeya Eruh, ê BDP’yî, Arîkarê Şaredarê Kurtalanê û 3 xebatkerên şaredariyê hatin girtin.
Ji ber hinceta bêrêtiya ku di îhaleyan de kirini, Şaredarê Navçeya Eruhê yê BDP’yî Melîh Oktay, Arîkarê Şaredarê Kurtalanê Çaçan Yorulmaz û 3 xebatkerên şaredariyê hatin girtin.
Kesên gumanbar, ji terefê dadgeha derketinê, hatin girtin û rêkirine hepsê…
--------------------