Rêxistina Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) ya Îzmîrê bi armanca piştevaniyê xwarinekê da, gelek endam û rêveberên BDP’ê, Kongreya Gelan, KURDÎ-DER û hin saziyên din beşdar bûn.
Hevserokê BDP’ê Selahattin Demirtaş di civînê de li ser gelek mijaran sekinî û rexneyên tûj li Bûlent Arinç girt.
Demîrtaş wiha got, "Hin rêveberên hikûmetê daxwuyanî didin, behsa TRT6ê dikin û dibêjin 'hûn êdî çi dixwazin'. Lê her sal olîmpîyatên tirkî têne amadekirin, li wir hin wezîr jî digirîn. Lê dema em behsa perwerdehiya zimanê kurdî dikin, li dij derdikevin. Ev nîjadperestî û faşîzm e. Em mafê xwe dixwazin, em tiştekî ji aîdî we naxwazin, em ne belayê serê vî welatî ne..."
Demîrtaş her wiha diyar kir ku êrişên AKP’ê û darazê yên li hemberî partiya wan û aliyên demokrat didome û got: "Armanca dewletê tunekirina kurdan e, lê em ê li qadan nîşan bidin ku nikarin me biqedînin û bihar jî nêzîk e."