|
Kêliya Dawî
KCK yekem,Erdogan jî duyemîn e!
Êdî 'Birêz-Ocalan'-û-'Gerîla' ne sûc e!
Walîtiya Şirnexê got: "Kurdistan"
Barzanî:Hikûmet amade ye hesab bide!
REXNE: Kurdên AKP'yî jî ji TRT-6'ê nerazî ne!NÛKURD - Gelo TRT 6 bi temamî ketiye bin kontrola Cemeetê?
Lijneya Bilind a Radyo û Televîsyonê ya Tirkiyeyê (RTUK) herî dawî ji ber ku destûr neda klîba ji aliyê Mor Çati ve bi boneya balê bikişîne ser şîdeta li ser jinê hate amadekirin, hate rojevê. Endamê RTUK’ê Prof. Dr. Ahmet Yildirim bal kişand ser rewşa TRT 6 û diyar kir ku Kurdên AKP’yî ji TRT 6’ê nerehet in. Yildirim got; “TRT 6 bi temamî ketiye bin kontrola Cemeetê.”
Piştî guhertineke Qanûna RTUK’ê, ji bo hevpariya endamên lijeyê jî guhertine çêbû. Ligel endamên AKP’yî, endamên ji CHP û MHP’ê jî di nava vê lijneyê de cih girtin. Beriya çar mehan jî ji BDP’ê ji bo lijneya rêveberiya RTUK’ê Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Ahmet Yildirim hate hilbijartin. Yildirim bersiv dan pirsên nûçegihana ANF’ê Rûken Adali. Yildirim diyar kir ku ceza li pêşkêşvanên Tirk Muge Anli û Dûygû Canbaş ên ku piştî erdheja Wanê gotibûn “Hûn keviran diavêjin û piştre jî alîkarî ji dewletê dixwazin” û “Her çendî erdhej li Wanê jî pêk hatibe…” hatiye birîn. TRT JI BO DESTHILATIYA SIYASÎ DIXEBITE Yildirim got; “TRT ji roja ku hatiye avakirin û heta beriya 5 salan statîkoperest bû, bi weşaneke Kemalîst-netewperest tevdigeriya, lê îro jî bi temamî polîtîkayek ku bi temamî xizmeta desthilatiya siyasî dike. Em vê ji çi fêm dikin? TRT Haber, kanalek a nûçeyan e. Her rojên sêşeman li Meclîsê her komek civîna koma partiya xwe li dar dixe. Li gorî qanûa RTUK’ê divê TRT bi awayeke wekhev nêzîkê hemû partiyan bibe. Lê dikare hemû civîna partiya AKP’ê bi awayeke zindî bide, 10-15 deqe ji civîna CHP, 6-7 deqe ji ya MHP û 2-4 deqe jî ji civîna BDP’ê dide.” Yildirim bal kişand ser weşana Kurdî û got; “Ji bo televîzyoneke herêmî ya xwediyê lîsansa T3 bikaribe weşana Kurdî bike, divê RTUK biryara vê yekê bide. Herî dawî ji Amed û Rihayê du serlêdan hatin. Li Amedê saziya radyo-televîzyonê ya Degişim a li Amedê û daxwaza xweşana bi zaravayên Kurdî “kurmancî, soranî û zazakî” kir. Min di lijneyê de diyar kir ku evane ne zimanên cûda ne. Endamên din ên lijneyê gotin “Sê ziman in, em vê bidin , vê nedin.” Yildirim diyar kir ku di dawiya van gotûbêjan de di encamên îtîrazên wî de, di biryarê de îfadeyek bi awayê “Kurdî û zaravayên wê hate nivîsandin.” Yildirim diyar kir ku di RTUK’ê de yek du pisporên kurdî dizanin hene, lê rayeya wan nizanim û wiha berdewam kir ; “Ji bilî vê min ji lijneyê re jî got; Dema di Gun TV û Karacadag TV’yê de stranên Kurdî tên weşandin, heman stran di Denge, TRT 6 û Dunya TV de jî têne weşandin, gava peyva “Kurdistan” di weşana radyo û televîzyonên muxalîf de tê karanîn, pirsgirêk çêdibe, lê dem adi TRT Şeş de tê weşandin pirsgirêk dernakeve. Ji bo RTUK bikaribe çavdêriyê li ser vê yekê bike, divê di RTUK’ê de hejmara kesên Kurdî baş dizanin werin zêdekirin.” TRT 6 PÊŞÎ WEKE KURDIYA DENGÊ DÎCLE BÛ Yildirim bal kişand ser weşana TRT 6’ê û got; “Ez hemû guman û hestên xwe yên siyasî dideynim aliyekê û dibêjim. TRT 6 di çileya 2010 de bi Kurdiyeke pir xirab dest bi weşanê kir. Di dema me de li herêma me radyoyek bi awayeke korsan weşanê dikir hebû. Dengê Dîcle, tam kanala kontrayan bû. Ji ber ku niha aşkere dibe ku li navenda JÎTEM’ê weşanê dikir. Dijûnên ku heta wê rojê bi Tirk jî Kurdan re dikirin, di wê demê de bi Kurdî dikirin. Di dema pêşî de pir xirab bû. TRT Şeş jî wiha bû. Ev yek jî nîşan dide ku bingeha wê nehatiye amadekirin û biryareke siyasî bû.” KURDÊN AKP’YÎ JI TRT ŞEŞÊ NERAZÎ NE Yildirim got, “TRT 6 bi temamî ketiye di bin kontrola Cemeetê de . Hema bêje TRT’ê jî bandora xwe ya li ser TRT 6’ê wenda kiriye. Êdî bûye kanaleke wisa ku Kurdên AKP’yî jî jê nerehet in. Ji ber ku her tiştên wê ji aliyê Dünya TV tê îdarekirin. Min vê yekê ji gelek Kurdên AKP’yî bihîst.” DI LIJNEYÊ DE TENÊ JINEK HEYE Yildirim destnîşan kir ku di lijneya RTUK’ê de tenê jinek heye û got; “Ev yek jî pirsgirêk e. Ji 9 endaman tenê jinek heye. BDP dikare rol di vir de bileyîze. Dikare endameke jin bişîne. Lê ger kontanjana me kes bûya, BDP’ê dê teqez du kes bişanda.” NÛKURD - ANF Yükleniyor...
Yorumlar yüklenirken lütfen bekleyiniz...
NÛÇEYÊN TÊKILDAR
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|