Her kes jî dizane ku armanca AKPê êdî ew e ku kurdên rêxistinkirî yên legal têk bibe. Sibe wê dor bê ser kê, kes pê nizane.
Fikir û îdeolojiyan wan çi bin jî, divê her kurd li dijî van operasyonên AKPê dengê xwe îro bêtir derbixe.
Bi taybetî divê kesên wekî Kemal Bûrkay û Şivan Perwer û xebatkarên TRT6'ê bi awayeke tund van operasyonên li dijî medyaya kurd bi eşkereyî protesto bikin.
Divê her kurdek îro bêtir dengê xwe derbixwe û piştgiriya xwe nîşan bike.
Bila her kes bizanibe ku ev operasyon ne tenê operasyonên li dijî KCK/PKK/BDP û hwd. ne, lê ev operasyon li dijî hemû hebûna kurdan e.
Divê bête zanîn ku rejîmên ku zordestiyê li medya û muxalîfan dikin, berî her tiştî têkçûna xwe îlan dikin...
Nûkurd êrîş û serdegirtina li dijî DÎHA, Gûndem û saziyên din şermezar dike.