Werin em îro gohê xwe bidin çend derew û berovajîkirinên Taha Akyol.
Akyol di nivîsa xwe ya îro ya di Rojnameya Hurriyetê de piştî çend nirxandin û teoriyên vala yên li ser Komkujiya Qilabanê dîsa dibêje, "Neteweperestiya kurd vê meseleyê ji xwe re dike propoganda û ajîte..."
Dewleta Taha Akyol bi eşkereyî kurdan dikuje, bombebaran dike, lê kurd heke xwedî li cenazeyên wan jî derkevin xwedêgiravî li gorî aqilmendên wekî Akyol ev yek dibe "miliyetçilik"(neteweperestî)
Lê mixabin Taha Akyol vê yekê nizane: Heke li Bakurê Kurdistanê piçekî neteweperestî hebûya niha deh "biharên kurdan" jî çêbûbûn, niha ji ber 35 ciwanên kurd qiyamet rabûbû, niha rojnameyên wekî Hurrîyetê nikaribûn êdî derewan bikiran.
Lê mixabin tiştekî wisa çênabe; ji ber ku bi rastî jî li Bakurê Kurdistanê -ji bilî çend kesan- kurd ne neteweperest in.
Sedema wê jî helbet kifş e: Medya û saziyên tirk ev 100 sal in ku bi her awayî kurdan asîmîle kirine.
Lê herî zêde jî rewşenbîrên(!) kurd ji vê yekê para xwe girtine.
Ji ber vê yekê, ne tenê faşîstên wekî Taha Akyol lê êdî hinek rewşenbîrên(!) kurd jî navê her parastin û xwedîlêderketineke civaka kurd kirine "miliyetçilik"(neteweperestî)
Yanî êdî kurdek straneke kurdî jî gohdarî bike, bersiva kesên wekî Taha Akyol amade ye: "Hûn neteweperestiyê dikin!"