Piştî ku pejirandina pêşnûmezagonê ya ku qebûlnekirina Qirkirina Ermeniyan wekî sûc dibîne ku îro li Parlamentoya Fransayê hate qebûlkirin, Erdogan li ser vê yekê dîsa gelek gotinên beredayî got.
Erdogan li ser qebûlkirina vê zagonê dipirse û dibêje, "Ez dipirsim, gelo li Fransayê azadiya fikrê heye? Bersiva wê jî ez didim: NA"
Weke ku hûn jî dibînin Erdogan bersiva vê pirsê jî nahêle li hêviya tu kesî ve, lê dîsa jî Nûkurd dixwaze bersivekê bidiye.
Birêz Erdogan,
Eleqeya vê meseleyê bi azadiya fikrê re tune.
Komkujiya ermeniyan wekî komkujiya Dêrsim, Zîlan û Sasonê tiştekî qewimiye, çêbûye, pêk hatiye.
Her kes dikare li ser awa, çawanî û rengê komkujiyê fikrên xwe bêje, helbet tu jî dikarî bêje, lê kesek heke bêje ev komkujî pêk nehatiye, neqewimiye helbet sûcê vê yekê ji hebûna komkujiyê jî mezintir e; jixwe felsefeya vê zagonê jî ev e.
Weke tu jî dizanî berî 20 salan heke kesekî li Fransayê jî bigota, "Komkujiya Dêrsimê", sawciyên dewleta te diketin dû, lê îro mala xwedê ava ku tu bixwe jî êdî hebûna Komkujiya Dêrsimê qebûl dikî.
Tu îro lî dijî rastiya komkujiya Ermeniyan derdikevî, lê wê sibe an jî deh salên din serokwezîrekî tirk derkeve û dê vê komkujiyê qebûl bike.
Azadiya fikrê weke ku di dibistanên zarokan de jî tê fêrkirin ew tişt e ku her kes bi awayeke azad bikaribe li ser awa û rengê bûyer, rûdaw û qewimînekê fikrên xwe bibêje, ne ku li dijî wê bûyerê derkeve, ne ku bûyer û hebûna wê tiştê bixwe red û înkar bike.
Ji bo ku tu baş fêm bikî, em mînakeke din bidin, heke kesek bêje 'AKP tune' ev ne fikrek e, lê ev derewek e û dikeve nav sûcê xapandinê.
Birêz Erdogan,
Em dizanin ku tu bixwe jî ji bersiva xwe ya "NA" bawer nakî, lê tu jî dewr û dewrana xwe dijiyî.
Bavûkalên dewleta te li ser xwîna ermenî, kurd û yên din her tiştî ji xwe re ava kirin, lê bi mîlyonan kurd û ermenî hê îro jî nikarin bi rengekî azad fikrên xwe bibêjin.
Hêj doh hikûmeta te 40 rojnameger kirin zindanê,.
Birêz Erdogan, niha dora pirsê ya me ye, "Nûkurd dipirse, gelo li Fransayê pardon li Tirkiyê azadiya fikrê heye? Bersiva wê jî em didin: NA, pardon heye, lê di gor û zindanê de!"