Hefteya derbasbûyî heft partiyên kurd ên li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek hevbeş belav kirin. Di daxuyaniyê de partiyên kurdî eşkere dikin ku ew ji bo destûra nû ya Tirkî li ser çar xalan li hev hatine.
Û ji bo ku Tirkî van daxwazên kurdan yên hevbeş berbiçav bigre girîng e kurdên Swêdê jî bikevin nav tevgerên hevbeş û lobiyê bikin.
Lê dezgehên kurd yên li Swêdê ku nikarin newrozê jî tev de pîroz bikin wê çawa bikaribin lobiyeke bi tesîr bikin?
Radyoya Kurdî Zayele ya li Swêdê li ser vê babetê dosyayek amade kir.