Weke tê zanîn doh li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di serdegirtina çend sazî û malan de bi dehan rojnamegerên kurd hatin binçavkirin.
Weke dihat payîn hinek medya tirk behsa vê bûyerê nekirin, hinekan bi berovajîkirineke ecêb û bi awayeke xirab ve behs kirin.
Lê gelo hin malperên kurd?
Hin malperên kurd jî weke hin medyaya tirk nola tiştek nebûbe behsa girtina bi dehan rojnamegerên kurd nekirin.
Balkêş e ku ev malperên kurd bi dehan caran -belkî jî bêhemdê xwe- nûçeyên wan rojnamegeran di malperên xwe de weşandine û bikaranîne, lê îro bi du gotinan be jî behsa binçavkirin û girtina wan nakin.
Ev malperên kurd her dem behsa xwedêgiravî "serbixwebûn, rexne, fikir û muxalefetê" dikin, lê çavê malpera xwe jî ji girtina bi dehan rojnamegerên kurd re digirin.
Em şîroveya vê dirûtî û malxirabiyê jî dihêlin ji hêviya xwendevanên Nûkurdê re.