Ev hatina min a Tirkîyê ku hinek wek projeya Devletê, yan AKP nîşan didin, çîroka derewinan e. Yên ku m in nas dikin, jiyana min a 75 salî dizanin vê yekê jî baş dizanin.
Lê mixabin Şerafettîn Elçî jî tevî karwana van çîrokbêjan bû.
Mirov bi gotinên xwe û kirinên xwe tên nirxandin. Di vî warî da gotinên min jî kirinên min jî eşkere ne. Berhemên min û jîyana min li ber çavan e. Min tu car tiştek ne gotiye û ne kiriye ku zirarê bide doza azadî ya gelê min.
Lê jîyana Şerafettîn jî li ber çavan e. Di AP’ê (Partiya Edaletê ya dewletê ya xas) dest bi siyasetê kir. Piştra ji bo postê wezîrîyê derbazî CHP bû… Ango wezîrîya vê dewletê kir, bû xwedî post û pere…
Piştî 12 Îlonê jî careke din ji bo mebûstîyê li derîyê Baykal xist, piştra li derîyê Erbakan…
Eger AKP rê bidana nuha mebûsê wê bû. Lê ev rê jê ra venebû vêcar xwe avête siya PKK-BDP…
Şerafettin serda jî parêzgerîya (awûqatîya) PKK dike û dibêje “PKK tenê êtirafçî û xayînên nav xwe dikuje…”
Êdî hewce ye ez tiştekî bêjim?.. Gelo ez navê sedan û hezaran kesên bê gune bêjim ku PKK ji nav xwe û li derî xwe kuştîye?
Xuya ye Şerafettin ne tenê por, mêjû ji xirab bûye.
Gunehê xwe bi min neyne Şerafettîn, bi xwe bîne!
Nexweşî jî, mirin jî dibêjin “emrî îlahi ye” û tê serê herkesekî. Lê min, şukur hîn aqlê min di cîda ye û sihheta min jî baş e.
Tu hevalekî min î kevn î. Min ne dixwast di heqê te da van tiştan binivîsim. Şaşî û kêmasîyên te gelek bûn lê dîsa jî min hêvî ne dikir ku tu xwe ewqas şaş bikî, tevî karwana êrîşgeran bibî û xwe bêxî vî halî…
Herhal tu jî zanî kes li dora te nema û hesabê Apoçiyan dikî, dixwazî cinazê te xelebelix be…
Hîn xwedî postekî yi, pere û pûlê te gelek in; te dikaribû bi zora peran be jî xwedîyê tevr û bêran kirê bikî. Lê vicdan û durustî tiştekî din e…
Mewlana Celalettîn dibêje “Durustî tiştekî ewqas buha ye ku li ba mirovên erzan nayê dîtin…”
Her usa jî gotineke pêşîyan heye: “Xwedê dawîya mirovan baş bîne!”
Berîya te jî ne ewqas baş bû, lê te dawîya xwe herimand, Şerafettîn.