Parlamenterê Şirnexê Hasîp Kaplan li ser gotinên "Ez kurdî baş dizanim, ev jî wan(BDP) nerehet dike..." yên Wezîrê AKPê Mehdî Eker bang lê kir.
Kaplan di Twîtterê de banga "kurdî" li Mehdî Eker kir û wiha got, "M.Eker dibêje 'Ez kurdî baş dizanim, ev jî wan nerehet dike', heke ji xwe bawer be, bila were em li ser Komkujiya Qilabanê di Televîzyonê de bi kurdî nîqaş bikin..."
Hêjayî gotinê ye ku banga Hasîp Kaplan di Twîtterê de dengek mezin veda.