Bi rastî jî ev karîkatûr gelek bala min kişand. Bijî!
Birêz Dîko di karîkatûrê de xêz kiriye û kesek dibêje, "Ha ji te re 5000 $, lê li ser me baş binivîse!"
Piştî vê karîkatûrê, min ji xwe re got, "Xwezî Birêz Dîko piçekî din jî karîkatûra xwe zelaltir bikira"
Gelek caran ber gohê min jî dikeve ku filan nivîskar an jî malper bi rengê ku Birêz Dîko xêz kiriye bi buhayê "5000 $"an kar dikin û tu carî rê nadin rexneyê hin kes û derdoran jî.
Jixwe hin nivîskar û malper hene tenê fikra partiyekê dibêjin û dinivîsin.
Ez nizanim ka wê Birêz Dîko bersiva min bide, lê ez dîsa jî bi riya Nûkurdê dixwazim çend pirsan jê bikim.
- Gelo Birêz Dîko di karîkatûra xwe de behsa kîjan nivîskar an jî nivîskaran dike?
- Gelo nivîskar, malper û rojnameyên wisa di nav me kurdan de pir in?
- Gelo heke bi rastî jî wisa be gelo em ê ji kîjan nivîskarên kurd bawer bikin û ji kîjanan bawer nekin.
Ez hêvî dikim ku rêveberên Nûkurdê vê nameya min biweşînin.