|
Kêliya Dawî
KCK yekem,Erdogan jî duyemîn e!
Êdî 'Birêz-Ocalan'-û-'Gerîla' ne sûc e!
Walîtiya Şirnexê got: "Kurdistan"
Barzanî:Hikûmet amade ye hesab bide!
Qanatê Kurdo kî ye?
Qanatê Kurdo kî ye?
Zimanzan û lêkolînerê kurd Prof Qanatê Kurdo ku 102 sal berê ango di sala 1909’an de li gundê Sûsizê bi ser Qersê jidayik bû di atmosfereke ku dinya ber bi Yekemîn Şerê Cîhanê ve diçû di sînora osmanî û rûsan de zarokatiya xwe borand. Her çiqas osmanî di sala 1914’an de ket eniya şer jî bajarê ku Qanatê Kurdo lê hatî dinê ango Qers berî çend salan bûbû qada hespbezandina siwariyên rûs û osmaniyan.
Qanatê ku di nava vê helkeleftê de mezin dibû di dema şer ji ber zilma osmanî û rûsan berê xwe didin Ermensitanê. Prof Qanatê Kurdo di 76 saliya xwe de li dû xwe xebatên li ser ziman ku di nav de ji bo zarokan gremara kurdî û çîrokên wergerên ji rûsî jî heyî gelek pirtûk hişt. LI TIBLISÊ DIXWÎNE Qanatê Kurdo hîn di nûciwaniya xwe de di sala 1922’yan bi saya Însiyatîfa Nivîskarên Kurd Ahmedê Mîrazî, ewladê gelê ermenî, dost û xêrxwazê gelê kurd Lazo (Hakob Xazaryan) û hinekên din, li bajarê Tilbîsê di dibistana ku ji bo wan vedibe de dibe şagirt. Di dibistanê de zarokan hem dixwend, hem hînî kar dibûn, hem jî tê de radizan. Wekî me gotî Qanat dibe şagirtê wê dibistanê. Dibistan jî wekî Enstîtuyên Gundan yên Tirkiyeyê bûn lê bi cudahiyeke. Ew cudahî ew bû ku ev dibistan berî yên li Tirkiyeyê vebûbû. Qanat ji wê dibistanê xwendina xwe dest pê kir û wisa jî zimanzanê kurdî bi nav û deng, doktorê fîlolojiyê Çerkez Bakayêv, nivîskar, berpirsyarê rojnameya Riya Teze yê ewlin Cerdoyê Gênco, Mêrxwesê Yekitiya Sowyêtê Semend Syabendov û gelekên din. PÊŞNIYARA EREBÊ ŞEMO Di sala 1928’an de Navenda Partiya Komunîstên Ermenistane bi pêşniyaza nivîskarê gewre yê zimanê kurdî û ‘bavê romana kurdî’ Erebê Şemo 8 xortên kurd ji bo xwendina bilind dişînin Lênîngiradê ku wê demê navê wê Petersbourg bû. Qanatê Kurdo jî din av wan 8 xortan bû. Berê ew di zankoya enstîtuya zimanên rojhilatê yên zindî de dixwîne, paşê xwendina xwe li Zanîngeha Lênîngiradê di beşa ziman, dîrok û wêjeyê de didomîne. Bi saya zîrekiya xwe û keda ku ji bo dersan û serwextbûnê di demeke kin de bala mamosteyên wî yên wekî N. Mar, H. Orbêlî, A. Frêymanku di warê zanista zanîna Rojhilata Navîn de wekî otorîte tên zanîn dikişîne ser xwe. Hêj xwendkar ew dersê zimanê kurdî dide xwedekarên zanîngehê û bi xebata zanyariyê ve mijûl dibe. Ji pey xwendina zanîngehê re ew aspîrantûra zanîngehê de xwendina xwe berdewam dike. Qanatê Kurdo di sala 194’an de bi babeta “Çêkirina fêlêd bargiranî di zimanê kurdî de” têza doktoroya xwe, ya ewlin amade dike û pêşkêşî senatoya zanîngehê dike. ENSTÎTUYA ROJHILAT Piştî Duyemîn Şerê Cîhanê ew di Enstîtûya Rojhilatzaniyê de Pirsên Kurdzaniyê yên cuda cuda ve mijûl dibe, di kursên zimanê kurdî de dersê dide. H. Orbêlî di sala 1959’an para rojhilatzaniyê yaEnstîtuya Lênîngiradê ya Zanyariyê de Koma Kurdzaniyê cuda dike. Ji pey salekê re Qanat dibe serokê wê komê. Heta dawiya jiyana xwe jî wî ew karê kurdewariya pîroz bi serbilindî û hiskirin pêş de dibe, li dû xwe bi sedan xebatên kurdzaniyê yên bingehîn û giranbuha hişt, navê xwe bi tîpên zêrîn di dilê gelê xwe de nivîsî. Di 31’ê cotmeha 1985’an de li bajarê Lenîngradê zanyarê mezin di 76 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Zimanzanê gewre kurdzan Qanatê Kurdo, ji sedî zêdetir monogirafya, pirtûk û gotarên zanyarî li ser ziman, zargotin, dîroka kurdî weşand, ji 20’î zêdetir kurdzan gihandin. Kurdzanekî wisa tune ku wan salan di welatê Sowyête de hatibe gihandin û keda wî mirovê mezin li ser tune be. BERHEMÊN KURDO Zimanzanê mezin ê kurd Prof anadê Kurdo k udi 76 saliya xwe de li Sowyatan koça xwe ya dawîn kir li dû xwe bi qasî ku pirtûkxaneyeke tijî bike pirtûk û dokuman hiştin. Hin ji wan yên ku zêde tên zanîn jî ev in; * Rêzimana zimanê kurdî (Kurmancî) (1957), * Ferhenga kurdî (Kurmancî)-Rûsî (1960), * Ferhenga Kurdî (soranî) – Rûsî tevî Zara Yûsûpovayê (1983), * Beranderkirina rêzmanên dîalekta kurdî (Kurmanciya jor û Kurmanciya jêr) (1973), * Tarîxa edebiyata kurdî cilda 1 (1983), cild 11 (1985), * Gramêra zimanê kurdî (1990), * Duwanzdeh varîant, Mem û Zîn (1996) Zarokên Kurd li welatê Sowyêtê bi pirtûkên wî hînî zimanê dayikê zarê şîrîn kurdî dibûn. Heta salên 1990’î 10 pirtûkên wî yên dersan li Ermenistanê hatine weşandin. Yükleniyor...
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|