Pirtûka Selahattîn Alî Arîk ya bi navê “Dr. Şivan, Sait Elçi, Süleyman Muini ve Kürt Trajedisi” (Dr. Şivan, Saîd Elçî, Suleyman Mûînî û Trajediya Kurd) ji weşanên Pêriyê derket. Nivîskar di pirtûka xwe de cih dide gelek şahid û belgeyên ku di derbarê bûyera Saîdan (Saîd Kirmizitoprak û Saîd Elçî) de ne.
Di pirtûkê de kongreyên Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê (TKDP) ya Saîd Elçî û Saîd Kirmizitoprak, nivîsarên axaftinê yên ku di kongreyan de hatine kirin, çûyina Kurdistana Başûr a her du Saîdan, têkiliya wan û Mele Mistefa Barzanî û têkoşîna wan bi awayekî berfireh cih digire.
Arik di pirtûka xwe ya ku ji 520 rûpela pêk tê de tevgerên çar perçeyên Kurdistanê yên ku di navbera 1960-71'an de pêk tê bi çavekî objektîf vedikolîne. Arik ji bûyera 49'an heta peymana otonomiyê ya ku di 1971'an de li Başûrê Kurdistanê hate îmzekirin gelek bûyeran di pirtûka xwe de dinivisîne.