Hejmara Le Monde diplomatique kurdî ya çirîya paşîn jî bi naverokeke dewlemend derket û di firoşgehên çapameniyê de cîhê xwe girt.
Bi hejmara 24ê Le Monde Diplomatique kurdî du salên xwe temam kir. Le Monde Diplomatique kurdî hewl dide ku bi naverokeke dewlemend mijarên li ser siyaset û çanda Kurdistan û cîhanê derxîne pêşberî xwendevanên xwe.
Di vê hejmarê de redaksîyona kurdî cîh daye du gotarên rojnamevan Zekine Türkeri û rojnamevan Birgit Cerha. Türkeri di nivasara xwe ya bi serenavê ‘Baskîyek û Kurdek’ de, pêvajoya çareserîya pirsgirêka bask şirove dike, hevbeşî û cudabûnên pirsgirêka bask û pirsgirêka kurd dide ber hev. Rojnamevan Birgit Cerha jî di nivîsara xwe ya bi serenavê ‘Rehîneyên şerê dijberiyeke xwindar’ de hewl dide ku di tevlîheviya arîşeyên Rojhilatê Navîn de bal bikşîne ser xetereyên tevger û partiyan û siyaseta dewleta tirk û AKP, BDP, PKK ûwd.
Di hejmara vê mehê de hin nivîsên bijarte ev in:
- Serge Halimi, Çepitî li ku ye..
- Wendy Kristianasen, Hikumeta tirk û gefên li ser kurdan.
- Any Bouier, Çîn ji ber komira xwe nexweş e.
- Philip S. Golub, Împarator çawa têk diçin
- Nicolas Jaoul û Naiké Desquesnes, Hindistan: Rewşenbîr, îdîaya masoîst û zordestî.
- Laurent Bonelli, Çîroka etîketeke siyasî.
- Francesca Lancini , Rûyê mîlîtanîzma îtalî.
- Mona Chollet , Twitter heta gêjbûnê….
Le monde diplomatique kurdî bixwînin û bidin xwendin!...