Kovara sêmehane ya çand û hunerî Nûbihar bi jimara 116ê û bi naverokek tijî û dewlemend weşiya.
Di vê jimara Nûbiharê de li ser “rewşa edebiyata zarokan” ji aliyê Rojbîn Ozkanê ve dosyayek hatiye amadekirin. Di vê dosyayê de edebiyata zarokan bi têkilên xwe yên ligel ziman, çand, pedagojî û naveroka metnan ve hatiye nirxandin. Di dosyayê de akademîsyen û pedagog Ramazan Pertew bi “Zarok û Edebiyata bi Zimanê Zikmakî”, nivîskar Zeynelabidîn Zinar bi “Di Çanda Kurdî de Zimanê Zarokan...”, Ali K. bi “Şûna Edebiyata Biçûkan di Edebiyata Kurdî de”, Alî Çîftçî “Li Ewropayê Rewşa Edebiyata Zarokên Kurdan” nivîsa xwe û Selman Dilovan jî bi nivîsa xwe ya li ser naveroka metnên edebiyata zarokan ev dosyaya xemilandine.
Li ser Zelzeleya Wanê edîtorê kovarê Süleyman Çevîk bi navê “Neyê Serê Dijminan Jî...” nivîsek balkêş nivîsiye ku bala xwendevan li ser zelzeleyê rewşa Kurdan û halê Waniyan diîne ber çavan...
Li ser Merwaniyan Abdullah İncekan ligel Thomas Ripper hevpeyvînek giranbiha ji bo xwendevanên Nûbiharê pêkînaye...
Nivîseke din ya li ser Merwaniyan ya Ercan Gumuş e. Ewî jî li ser Îbnul Ezraq û kitêba wî ya bi navê “Tarîx’ul Meyyafarqîn û Amîd” nivîsiye.
Her wisa nivîskar û şairên hêja Perwîz Cîhanî, Berken Bereh, Rojen Barnas, Huseyn Şemrexî, Rohat Alakom, M. Emin Bozarslan, Abdurrahman Adak, Mihemed Elî Ewnî, Selîm Temo, Konê Reş, Mewlan Celaleddînê Romî, Dilşad Mûtî, Osman Îzol, Hasan Huseyin Çevik, Bro Omerî, Sıdıq Gorîcan, Şaban Şenateş, Omer Faruk Çetinkaplan, Gernas, Recep Yiğitbay, Raîfê Bêçare, Cemil Telli, Jiyan Ehmed, Yılmaz Yalçın, Seyda Ronahî, Hesen Polat, Rehmetullah Karakaya, Şemoyê Memê, Ahmet Gemî, Murad Pola, Mehmet Öncü, Hatîce Mollakendî, Zilkîf Xweşhêvî, Zahit Ozkan bi nivîs, helbest û çîrokên xwe ve derketine pêş xwendekarên xwe...