Helbestvanê kurd Arjen Arî vê carê bi "Kulîlkên Be’îvan" ve derket hemberî xwendevanên kurdî. Arî vê şêwaza xwe ya edebî weke “Hevbestîn” bi nav dike.
Di Kulîlkên Be’îvan de 13 hevbestîn hene. Hinek dişibin çîrokan, hinek wek ceribandinan in, di dawiya hemûyan de jî helbest heye û bi helbestekê bi dawî dibin hevbestînên Arjen Arî.
Her wiha romana nivîskarê kurd Sebrî Silêvanî ya bi navê “Bîst sal û êvarek” ku berê li Herêma Kurdistanê hatibû weşandin, îcar li Amedê ji aliyê Ronahiyê ve hate weşandin. Roman ji tîpên erebî hate latînîzekirin.
Edîtorê weşanxaneyê Mihemed Ronahî derbarê girîngiya vê pirtûkê de ji Nûkurdê re wiha dibêje “Ev roman, romana zimanê şaristaniyê ye. Lewre hûn di vê romanê de di çemê kurdî ya rewan û herikbar de bêyî hemdê xwe diherikin û li binguhê lat û kendalên kurmanciya xwerû û resen dikevin.”
Edîtoriya her du pirtûkên kurdî jî nivîskarê kurd Mihemed Ronahî kiriye.
Li gorî agahiyên Nûkurdê, Weşanxaneya Ronahî ji sersalê û vir de her hefteyê berhemek weşandiye û dê heya Newrozê jî her hefte berhemekê pêşkeşî xwendevanên kurdî bike.
Hêjayî gotinê ye ku Navenda Weşanxaneya Ronahiyê li Amedê ye û girîngî dide çapkirina bi pirtûkên kurdî.