Şi‘rên Jan Dost ku bi şêweyekî klasîk di nav salên 1987-1995 de hatine nivîsandin, bi navê “Dîwana Jan“ di nav weşanên Avesta de çap bûn.
Jan Dost di pêşgotina kitêbê de behsa serpêhatiya xwe ya şi‘rê dike û wiha dibêje: “Sebeba çapkirina van helbestan ew e ku ez dixwazim pirekê di navbera îro û do de ava bikim. Mixabin helbesta klasîk êdî têk çûye û hema hema ji holê rabûye..."
Dîwana Jan (1987-1995)
Jan Dost
ISBN: 978-605-5585-90-7
13x19.5,
112 rûpel,
Kesera Hamid Omerî
Herçiqas Hamid Omerî bi aliyê xwe ê rexnegiriyê bal kişandibe ser xwe jî, lê ew şaîrekî ku bi ruhekî hunermendane gotinên xwe li hev dihûne, hûrik hûrik pê de diçe; bi keser, keserên xwe û me vedibêje û dibêje:
keser
tu bi kû de çûyî
ez bê êl mam
şerm bike keserê
bê êlî nabe
Hamid Omerî di sala 1977an de li Mezrêya Bismilê hatiye dinyayê. Bi eslê xwe ji Omeraya Farqînê ye. Li Unîversîteya Marmarayê rojnamegerî xwendiye. Li Stenbolê rojnamegerî û radyovanî kiriye. Niha li Stenbolê di saziyeke fermî de wek edîtor dixebite. Keser kitêba wî ya pêşî ye.