Hêjmara nû (130) a rojnameya Rûdawê (Çapa Ewropayê) sibe derdikeve bazarê û li bêtirî 1000 rojnamefiroşên welatên Ewropayê li benda xwendevanên kurd e.
Rûdaw (Çapa Ewropayê) ji 32 rûpelan pêk tê ku 16 ji wan bi kurmancî ne û 16 jî bi soranî ne.
Lê gelo di hejmara nû ya Rojnameya Rûdawê de çi heye?
Hinek mijarên di hêjmara nû ya Rûdaw Çapa Ewropa de ev in:
* Nêçîrvan Barzanî biryar da ku serokatiya hikûmetê werbigre
* Xwendevanekî Rûdawê Nêrgiza bêwar bi war dike!
* Raporeke parlamentoya Ewrûpayê piştgiriya Tirkiyê li dijî PKK’ê dixwaze
* McCain tînî da mijara parçekirina İraqê: Ji xeynî ku bibe sê parçe, ti rêyekî din li ber İraqê nîne
* Roboskî biryara çûna Mexmûrê bi şert rawestandin
* Piştî kuştina sê kesên ji malbata Bedro: Rexnegirên bûyerê tên tehdîtkirin
*Xes û û bûk li ser naveroka dîmenan şer dikin
* Keçên Amedê derbî kirin
* Şanoya Kurdî ‘Dîsko 5 No’lu’ ket nav pênc lîstikên baş
* Hunermendên başûrî bo Wanê alîkarî civandin
* “Jina Kurd bi sê zincîran hatiye dorpêçkirin”
* Nûnerê NY’î yê li İraqê: Em ji azadiya ra û nêrînê li Herêma Kurdistanê dilgiran in
* Ezmûna min li Kurdistanê, Ji ofîsa Clinton bo ofîsa Rûdawê
* Ahmed Dere: Dewleta Tirk dixwaze çi bike
Herwiha xwendevanên Rûdaw Çapa Ewropa dikarin bi kirîna 5 hêjmar û komkirina 5 kuponên pêşbirkê, şansê wan heye ku navê wan bikeve tîropişka Rûdawê, bilêteke firokeyê qezenc bikin û bê beramber serdana Kurdistanê bikin.
Xwendevanê ku nikaribe li bajarê xwe Rûdawê bi dest bixe, dikare bi rêya e-mail, anjî telefonê xwe bighînin navenda Rûdawê li bajarê Koln yê Almanyayê. Ji bilî firotina li rojnamefiroşan, Rûdaw dikare were abonekirin jî.