Lehengên çîrokên Baholê rahiştine bahol û tûrikên xwe ku rewşa welatê wan, rewşa erd û axa wan û derûniya mirovên li ser xaka wan têde ye û bi rê ketine.
Van lehengên ku jiyana wan bi raz û nepen in; li welatê xwe, li çi alîqîne, bi çi bêhnteng û kêfxweş bûne, bi çi giriyane û tahde û pêkûtî dîtine û bi rê de li çi rast hatine, giş bi zimanekî şayik û wetekûr, bi îroniyek qerfok û qurfok vedibêjin û destên xwe li ba dikin ber bi xwendevanan ve.