Weşanên Rê, 5 cîlt "Antolojiya Şaîrên Kurd" ya ku ji hêla nivîskar A. Balî ve hatiye amadekirin çap kir.
Weşanxaneya Rê ji Nûkurdê re ragihand ku di naveroka 5 cîldan de, di destpêka wêjeya Kurd ya bi nivîskî destpêkirî, ji sedsala 9 an heya roja îro em tê de dijîn, ji 409 şairên Kurd bi wêneyan, cihê xwe digirin.
Hêjayî gotinê ye ku 5 cîltên "Antolojiya Şaîrên Kurd" ji 2126 rûpelan pêk tê û di wêjeya Kurdî de, ewqas helbestvanên kurd cara yekem e, ku têne cem hev.