|
Kêliya Dawî
KCK yekem,Erdogan jî duyemîn e!
Êdî 'Birêz-Ocalan'-û-'Gerîla' ne sûc e!
Walîtiya Şirnexê got: "Kurdistan"
Barzanî:Hikûmet amade ye hesab bide!
"Perwerdehiya kurdî çênebe, serokwezîr Erdogan jî namîne!"
NÛKURD - Li Bakurê Kurdistanê, Namzedê BDP’ê yê Amedê Altan Tan, diyar kir ku perwerdehiya bi zimanê kurdî xeta wan a sor e û heta ev daxwaza wan pêk neyê, dê pirsgirêka kurd çareser nebibe. Tan, destnîşan kir ku heta kurd mafên xwe yên neteweyî bi dest nexin dê dev ji çalakiyên bêîteatiya sivîl bernedin û neçin malên xwe.
Namzedê BDP’ê yê Amedê ku di “Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê” de cih girt Altan Tan, pirsên Warvînê bersivandin û ramana xwe ya derbarê hilbijartinên ku dê di 12’ê hezîrana 2011’an de li Tirkiyeyê pêk bên, vegot.
BDP’ê ji bo vê hilbijartinê ji gelek derdorên cuda namzed nîşan dan. Ev dê di nava kurdan de çi bi xwe re bîne?
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ev salek zêdetir e ku hewl dide ji bo vê hilbijartinê hem yekîtiya kurdan û hem jî ya çepên tirkan ku dostaniya kurdan dikin re, îtifaqek biafirîne. Hemû kes weke ku ev tiştekî nû ye, nîqaş dike. Lê ev ne tiştekî nû ye. Ez jî di Dîwana Serokatiya KCD’ê de me, me zûde ye biryareke wiha girtiye. Me navê “Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê” li vê îtifaqê kir. Di navenda vê îtifaqê de BDP heye. Lê ji bilî vê yekê KADEP gelek eniyên din ên çepgiran jî di vê îtifaqê de hene. Her wiha hin kesên wekî min ku qet di partiyan de cih negirtine jî weke namzed hatin nîşandin. Armanca me ew e ku em yekîtiya demokratîk a kurdan ava bikin. Em hewl didin ku bi kurdên dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin re, yekîtiyê ava dikin. Her wiha em bi hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê re jî hevkariyê dikin.
Hûn kesekî muhafazakar, oldar in. Çi bû sedem ku hûn di nava vê eniyê de cih bigrin?
Çimkî ez jî hem welatiyekî Tirkiyeyê me, hem kurd im, hem demokrat im û hem jî li vî welatî dijîm. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd xebatên vê eniyê ji min re watedartir hat. Ji ber vê yekê min di nava vê eniyê de cih girt.
AK Partiyê ji bo namzediyê ji we re qet pêşniyar anî?
Nexêr. Ne min li deriyê wan xist û ne jî wan li deriyê min xist. Çimkî Serokwezîrê ku serokatiya AK Partiyê dike dibêje li Tirkiyeyê tenê miletek heye, tenê zimanek heye. Dibêje bila kes jê daxwaza perwerdehiya bi kurdî neke. Ma ez ê çawa biçim li deriyê kesekî ku van gotinan dike, bixim?
Piştî hilbijartinê dê çêkirina makezagoneke nû bikeve rojevê. Weke BDP hûn ê çi bikin, çi pêşniyar bikin?
Ev pir girîng e. Berê Baroya Amedê (Yekîtiya Parêzeran), BDP’ê, TUSİAD’ê pêşnûmeyên makezagonê çêkirin û bi raya giştî re parve kirin. Pêşniyar hene. Em dixwazin li Tirkiyeyê demokrasiyek, li gorî standardên cîhanê, pêk bê. Li welatekî wiha de dê ne pirsgirêka laçikê hebe, ne pirsgirêka kurd hebe. Hemû kes dê bikaribin bi zimanê xwe perwerdehî bibînin, rojname û kovarên xwe derxin û televîzyona xwe ava bikin. Dê ji bo elewiyan cemxane jî bên vekirin. Pîvana demokrasiyê ya pîvanên Yekîtiya Ewropayê (YE) çi bin, pîvanên demokrasiyê yên li cîhanê çi bin, dê ev pîvan bêkêmasî bên bicihanîn.
Di makezagona nû de, xetên sor ên kurdan çi ne?
Ji bo min pirsgirêka kurd çiqas girîng be, pirsgirêka laçikê jî ewqas girîng e. Ravekirina welatîbûnê ya di makezagonê de jî ewqas girîng e, cemxane jî ewqas girîng e. Bifikirin ku otomobîleke çar teker heye, li gorî we kîjan teker girîngtir e? Bêguman ger ji wan yek tekerek jî biteqe, ew otomobîl dê di rê de bimîne, naçe. Ew otomobîl dê we di nîvê rê de bihêle. Ji ber vê yekê pêwîst e hemû teker saxlem bin û hemû teker jî girîng in. Ev teker demokrasî bi xwe ne. Em nikarin bêjin bila pirsgirêka kurd çareser bibe lê pirsgirêka laçikê bimîne, yan jî em nikarin bêjin bila pirsgirêka laçikê çareser bibe, pirsgirêka vekirina cemxaneyan bidome. Ger yek ji van tiştan jî kêm be, ev otomobîla demokrasiyê dê tu caran nikaribe ji cihê xwe bilebite.
Serokwezîr li hemberî daxwaza perwerdehiya bi kurdî nerazîbûn nîşan da. Hûn ê ji bo perwerdehiya bi kurdî rêbazeke çawa bimeşînin?
Perwerdehiya kurdî çênebe, makezagoneke nû jî namîne, serokwezîr jî namîne. Ev serokwezîr wê çaxê nikare serokwezîrtî bike. Îro li hemû welatên Rojhilata Navîn bi milyonan mirov li kolanan in, ji bo azadiyê diqîrin. Kurd êdî li piyan e. Heta ku mafên xwe bi dest nexin, dê kurd dev ji çalakiyên bêîteatiya sivîl bernedin û dê neçin malên xwe. Ji ber vê yekê divê hemû kes bi aqilane tevbigere.
Hin mela û Saziya Melayan a Dewleta Tirkiyeyê bi daxuyaniyek aşkera kirin ku “Nimêja înê ya sivîl” rêbazeke xelet e, ev yek li dijî îslamiyetê ye. Tu weke kurdekî oldar di vî derbarî de çi difikirî?
Çima ne rast e? Kurdan çek hildan, berê xwe dan çiya, gotin têkoşîna çekdarî ne rast e. Ji çiyan daketin jêr, kevir avêtin, dîsa gotin ev ne çareserî ye. Îcar bêyî ku kevir bavêjin, biqîrin, berê xwe dan qadan, kolanan, daxwazên xwe bi riya bêîteatiya sivîl tînin ziman, dixwazin bi riya sindoqên hilbijartinê biçin Parlamentoya Enqereyê dîsa dibêjin ev yek ne çareserî ye. Baş e kurd dê çi bikin? Hemû cîhan vê rêbaza kurdan qebûl dike. Hûn ê piştgiriya bêîteatiya sivîl a gelên Lîbya, Misir, Lubnan, Yemen û Sûriyeyê bikin lê hûn bêîteatiya sivîl a kurdan qebûl nakin û ji daxwazên wan re dibêjin ‘terorîst’. Kurd nêzikahiyeke wiha qebûl nakin.
Li Amedê nîqaşeke wiha heye; dibêjin xwezî BDP’ê di şûna 6 kesan de 5 namzed nîşan bidana. Hûn ê bikaribin 6 namzedan derxin?
Di nava kurdan de nîqaşeke wiha heye; kurd dibêjin xwezî BDP’ê 8 namzedan nîşan bida. Ev gel dê di vê hilbijartinê de xwe bavêjin ser sandoqan. Ji ber vê yekê bila tu şik û gumana kesî tunebe. Ev propaganda ji aliyê AK Partiyê ve tê meşandin. BDP dê di vê hilbijartinê de bi qasî 9 namzedan ray werbigre. BDP’ê di hilbijartina berê de karbeşiyeke çawa kiribe, dê di vê hilbijartinê de jî wisa bike. Bila tu kes meraq neke. Gelê me di demên ku her roj li kuçe û kolanan mirov dihatin kuştin de jî bi ser ket, dê îro jî bi ser bikeve û parlamenterên xwe bişîne parlamentoyê.
Bi tevlibûna we ya BDP’ê re, gelo dê derdorên oldar ên nêzî AK Partiyê rayê xwe bidin we?
Ez teqdîra vê yekê ji gel re dihêlim. Kesên ku helwest, nêrîn û paşeroja min begem bikin, min biecibînin, dê ray bidin min. Ez di wê baweriyê de me ku ez ê bikaribim ji alîgirên AK Partiyê ray werbigrim. Kesên xwedî însaf, xwedî ûcdan, misilmanên oldar ên bi ûcdan dê muhasebeya vê yekê bike û berê xwe bide eniya me.
Navê HAKPAR’ê jî serê pêşîn di nava eniya BDP’ê de derbas dibû lê ev yek pêk nehat. Gelo sedema vê yekê çi bû?
Ez di nava van diyalogan de tunebûm. Lê feraseta teng a HAKPAR’ê ji vê yekîtiyê re bû asteng. Nexwe KCD’ê, weke KADEP’ê, ji bo Wanê pêşniyara parlamenteriyê li HAKPAR’ê kir. Heta dawiyê jî em li pişta gotina xwe sekinîn. HAKPAR di kêliya dawî de çima tevli vê eniyê nebû, divê bersiva vê yekê bide.
Hûn bi Hizbullahê re jî biaxiviyana û wan jî di nava vê eniyê de cih bigirta, dê baştir nebûya?
Di kongreya KCD’ê de, me bang li hemû reng û dengên cuda yên li bajarên kurdan kir. Ji îsewî, sûryanî û ermeniyan heta hemû ol û neteweyên din, saziyên sivîl bang hate kirin. Kesên hatin tevli me bûn, hin derdor jî nehatin. Lê di rojên pêş de, piştî ku hin şik û guman ji holê rabûn, em ê hev baştir û ji nêz ve nas bikin. Wê çaxê dê ewlehiya me bi hev bê, em ê zêdetir ji hev bawer bikin. Piştî vê yekê jixwe dê ev eniya me berfirehtir bibe.
Dilar Sewledar (Warvîn) NÛKURD Yükleniyor...
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|