Êdî medyaya sosyal ji bo siyasetmedarên kurd jî bûye navendeke navdar.
Gelek ji wan peyamên xwe yên yekem di Twîtterê de parve dikin û helbet bertekên yekem yên erênî û neyînî jî ji şopînerên xwe werdigirin.
Nûkurd îro çend twîtên siyasetmedarên kurd bi we re parve dike:
Selahadîn Demîrtaş: Stêrk TV wekî kanaleke navneteweyî dest bi weşanê kiriye, li ser xêrê be, serkeftinê dixwazim.
Kemal Bûrkay: Dewletê parêzerî dabû min. Ev ne îmajeke xweş bû. Min daxwazname da, ev parêzerî paşve kişandin. Li şûna gera bi parêzeran re, ez bêdeng bim çêtir e.
Sabahat Tuncel: Di girtîgeha Bakirkoyê de min serdana hevalên me kir. Fatma Kurtulan û Bûşra Ersanli silav ji her kesî re şandin. Her wiha min hevalên me yên rojnameger jî dîtin, silav û hez kiriyên xwe şandin.
Hasîp Kaplan: Êlih bajarekî wisa ye ku bi tang û topan, bi kelepçe û zindanan nikare bête teslîmkirin.
Ayla Akat Ata: Ji 14 hevalên me tenê yek jê serbest hate berdan, yên din ji bo girtinê şandin dadgehê.