Nêçîrvan Barzanî ligel cîgirê xwe heftiya borî ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve hat destnîşankirin, daxwaz ji welatiyên Herêma Kurdistanê dike ku rexne û dîtinên xwe yên li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê bînin ziman.
Îro Nêçîrvan Barzanî li ser rûpelê xwe yê Facebookê, peyamek belav kir û wiha dibêje: “Ezê keyfxweş bibim, ger hûn jî di vî rûpelî de dîtin, pêşniyar û rexneyên xwe bînin ziman. Ezê bi singekî berfireh pêşwaziyê li hemû dîtin û nêrînekî nû dikim. Ez dixwazim hûn jî ligel me beşdarî çawaniya xebitîn, encamdana proje û awayê pêşkêşkirina xizmetên cûrbecûr ên ji bo Herêma Kurdistanê bibin.”
Ev jî teksta peyama Nêçîrvan Barzanî ye:
Kurdistaniyên birêz.. heval û hevwelatiyên hêja
Wekî ku min di peyama xwe ya berî niha de ji were ragehand wê kabîneya nû ji bo xizmetkirina hemû pêkhateyên xelkê Kurdistanê kar bike û berjewendiyên Herêma Kurdistanê bixe ser hemû berjewendiyên din.
Niha em di despêka pêkanîna kabîneya nû de ne. Divê kabîneya heftem ji bo pirs û babetên girîng kar bike ku beşek in ji jiyana vî gelî û di pêşerojê de dibin sedemek ji bo aramî, jiyanekî xweş û pêbaweriyê. Em ê bi baweriyekî bihêz, nêrîneke geşbîn û bi hevahengiya ligel gelê xwe kar bikin.
We wek hêzeke pir mezin û qayim herdem parastina azadî, şeref û jiyanekî xweş a gelê Kurdistanê kiriye, we qurbanî dane û gehiştine roja îro. Her hun bûn, we îspat kir ku naxwazin sistî têkeve proseya demokrasî, pêşveçûn û aramiya Herêma Kurdistanê. Hûn em in û em jî hun. Civak û desthilat hevdû temam dikin, ji heman çavkaniyê tên û ji bo pêşerojekê difikirin. Ne mimkune nêrînên cuda bibin sedema ji hev qutbûna wê pêkhateya xweş a Herêma Kurdistanê ku şanaziyê pê dike.
Lewra ez şad û kêfxweş dibim ku ger hun jî di vê rûpelê de nêrîn, fikir, pêşniyar û rexneyên xwe bînin ziman, ez bi sîngeke berfireh pêşwaziyê li her awayekî nêrîn û fikrên nû dikim. Ez dixwazim hun jî ligel me di çawahiya karkirin, encamdana proje û awayê pêşkêşkirina xizmetên cûr bi cûr ên ji bo herêma me beşdar bin.
Dibe ku ez nikaribim bersiva hemû têbinî, pêşniyar û rexneyên we bidim, lê ez dixwazim dilê we di cih de be ku ezê bi awayekî pir cidî berê xwe bidim hemû nerînên we û girîng dibînim. Hevdem em jî li pey fikir, pêşniyar û nerînên nû digerin, ji bo di kabîneya nû de bi piştgiriya hevwelatiyên hêja kar li ser bikin.
Ji kerama xwe re bi awayekî eşkere nerînên xwe bişînin û hûn dikarin bi çavekî rexnegir têbîniyên xwe bînin ziman, ya girîn ew e ev kanal dikare me hemûyan li hev kom bike, em hemû jî bi hevre dikarin baştirîn û zêdetirîn sûdê bigihînin Herêma Kurdistanê û pêşeroja gelê xwe geş bikin.