Malpera Parlamenterê AKPê yê Semsûrê Mehmet Metîner (http://www.mehmetmetiner.com/) ji hêla hackerên bi navê "RedHack Kizil hackerler" ve hate rûxandin.
Li gorî agahiyên Nûkurdê, Hackeran li ser malperê li dijî Metîner nivîsandine ku ew nikare bi Sirri Sûreya Onder re bikeve nîqaşê.
Hackeran her wiha bersiva Sirri Sûreya Onder ya ji bo Mehmet Metîner jî di malperê de bicih kirin.
Hêjayî gotine ye ku li ser înternetê şerê hackerên kurd û tirkan bi vî awayî her roj berdewam dike.
Her roj bi dehan malper ji hêla hackerên kurd û tirk ve tê şkandin.