Li gor lêkolîner Dç. S. Craig Watkins zerarên sereke ew in.
-Dema we ya qîmetdar dikuje. Ger qîmetdar be.
-Kesên ku ne li gor nêrîn û fikrên we difikirin dibe ku derûnî û psîkolojiya we xerab bikin.
-Qîz an jî xortên li ser Facebookê dibe ku we bixapînin. We rezîl û riswa bikin.
-Rûpelên ku qumar tên leyistin bala we bikişîne û dibe ku mala we xera bikin. Ew jî îhtîmaleke mezin e.
-Komên ku ji bo sekskirinê (mînak: seksên lezbiyen, homoseksuel û komî) hatine sazkirin dibe ku bala we bikişîne û serê we bişewitînin. Paşê vîdeoyên we jî li Youtubê werin nîşandan, neheyirin.
-Dibe ku we yekî an jî yekê nas kir, haya jina we jî jê çêbû. Êdî tu dia we xelas nake.
Rêya dadgehê jî ji bîr nekin. Jin an jî mêrê we bila we bernede.
-Zarokên xwe kontrol bikin bila zêde li ber Facebookê nesekinin. Ger bisekinin paşê nebêjin ew halê dersên te çi ne. Zarokên xwe nekutin.
-Zêde li Facebookê nesekinin, herin pirtûk bixwînin, fîlmek an jî şanoyek temaşe bikin. Bila Facebook jiyana we perîşan neke.
-Ger karekî we hebe şev li ber Facebookê nesekinin. Bila patron ji ber xew û derengçûyinê, we ji kar dernexe.
-Ji bo tendurîstiya we jî Facebook talûkeyeke pir mezin e. Ji ber ku her kompîtur radyasyon belav dike. Radyasyon dibe ku we bike nexweşê pençeşêrê.