Hat zanîn, malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê (SHR) hate hakkirin û heta niha ti zanyarî derbarê hakkirinê tune ne.
Li gorî Aknewsê, berpirsê fermangeha ragihandina SHKê Simko Enwer daxuyand, “Berî bîstekê malpera SHKê hate hakkirin.”
Enwer got “Heta niha ti zanyariyek derbarê hakkirinê li ba me tune û em ê vê yekê bişopînin.”
Enwer ronî kir ku ev yekemîn car e malpera SHKê tê hakkirin, niha jî ew mijûlî vegerandina malperê wek berê ne.
Enwer axaftina xwe wiha domand, “Tenê rûpela sereke ya malperê hatiye hakkirin, dema ti malperê vedike, ala Tirkiyê tê ser, lê naverok û rûpelên din nehatine hakkirin.”
Piştî demekê malper vegeriya ser weşana xwe ya asayî.