Facebooka Hevserokê BDPê Selahadîn Demîrtaş û ANFê ji hêla faşîstên tirk ve hate rûxandin.
Hackeran li ser her du rûpelan ala tirk û sirûda tirk bicih kirin û diyar kirin ku "ji ber piştgiriya bi terorê re, li ser navê gelê tirk dest danîne ser rûpelê".
Endamên Facebooka ANFê "27.939" kes û ya Selahadîn Demîrtaş jî "17.385" kes bûn.
Hêjayî gotine ye ku ev demek e li ser înternetê şerê hackerên kurd û tirkan bi vî awayî berdewam dike. Her roj bi dehan malper ji hêla hackerên kurd û tirk ve tê şkandin.