Her du nivîsên dawî yên edîtorê Rojnameya Tarafê Ahmet Altan di nav rewşenbîrên kurd de tê nîqaşkirin. (Ahmet Altan: Hûn ji kurdan çi dixwazin?)
Nivîskarên kurd Zinarê Xamo û Şengul Ogur di facebokê de li ser reng û awayê nivîsên Ahmet Altan ketin nav nîqaşeke xweş.
Serê pêşîn Zinarê Xamo wiha nivîsand, "Herdu nivîsên dawî yên Ahmet Altan mikemel in, ev demek bû bi teqala Erdogan ketibû û dabû ser riyeke şaş. Lê bi van herdu nivîsên xwe yên dawî dîsa şûrê heq û rastiyê kişandiye û ji zaliman ra dibêje hûn neheq û zalim in û bi mêranî dajo ser wan. Gava însan piştgir û hevalê heqiyê û mezlûman be û heq û rastiyê biparêze hêza gotinên meriv dibe weke hêza bombeya atomê, tirs û xofeke mezin dixe dilê dîktator û zaliman. Ev demek bû Ahmet Altan, bi rengekî neheq û bêsebeb êrîşî BDP û PKK-ê dikir. Û li alî din jî zêde baweriya xwe bi Erdoganê sûtal, zalim û virek dianî, ew wek serok û merivekî bi rastî jî mezin didît, jê hêviyên pir mezin dikir. Par çend caran min rexne li vê şêla wî girt. Lê wa ye di nivîsa xwe ya doh da qebûl dike ku Erdogan ne tu meriv e, ne dîwarekî saxlam e ku meriv pişta xwe bispêrê. Bi vê guherîna Ahmet Altan ez kêfxweş bûm. Gelê kurd hewcedarê qelemek weke ya Ahmet Altan e. Gelek sipas ji bo van herdu nivîsên dawî…"
Nivîskarê kurd Şengul Ogur bertek nîşanî çend gotinên Xamo dide û wiha dibêje, "Zinarê Xamo di faceya xwe de wiha gotiye: 'Gelê kurd hewcedarê qelemek weke ya Ahmet Altan e. Gelek sipas ji bo van herdu nivîsên dawî…' Bi ya min ne gelê kurd lê gelê tirk hewcedarî ''qelemeke'' wiha ye û dîse bi ya min di nav kurdan de gelek ''qelemê''n ji wî xurtir jî hene lê ji bo ku navên wan ne ''Ahmet Altan'' e û ji bo ku bi kurdî dinivîsin ne xweyî ti qîmetî ne... Tişta ku Ahmet Altan duhî nivîsî zarokê 7 salî yê kurdan di jiyana xwe ya rojane de diaxivin, jinên kurdan li ser tenûran axaftinên hê baştir dikin lê dema ku yê gotî Ahmet Altan be êdî li cem me kurdan dibê tiştekî ecêb! Dibe nivîseke ''perfect''!..."
Paşê nîqaşa di Facebookê de wiha berdewam kir:
Bersiva Zinarê Xamo:
Gotinên zarokên 7 salî û yên jinên ser tenûrê li ba tirkan tu tesîr û giraniyeke wan tuneye lê yên Altan heye. Di dijminatiya Altan da tu kareke me kurdan tuneye, lê di dostiya wî da kara me heye... Dibê em dijminên xwe kêm û dostên xwe zêde bikin. Xwezî di nava tirkan da bi hezaran kesên weke Ahmet Altan hebûna...
Bersiva Şengul Ogur:
Hêja Xamo, min dijminatî bi ti kesekî re nekiriye û jixwe diyar e bê kî bi kê re dijminatiyê jî dike. Mijara me ne Ahmet Altan e lê di têgihiştina kurdan de Ahmet Altan e. Ez dibêjim, tu xweyî qelemeke xurt î û pêdiviya gelê kurd bi qelemên wekî te heye. Lê ji bo ku navê te ne Ahmet Altan e û ji bo ku tu ne bi tirkî dinivîsî tu ayetan jî binivîse di nav me kurdan qîmetê nivîsê te ne bi qîmetê pîvazeke xirabe ye. Ez ji vê hişmendiya me ku serdestên xwe li ser serê xwe datînin bêhnteng im. Dema ku di nivîskarên kurdan de jî vî tiştî dibînim bêhtir bêhnteng dibim.
----
Nîqaşa her du nivîskarên kurd bi beşdariya çend nivîskarên din ve di Facebookê de berfirehtir bû.